Di fuzeyên ku Şengal pê hate bombebarankirin de şopa şirketek Emerîkî derket!

Dewleta Tirk a dagirker ku bi balefirên F-16 yên Emerîkî êrişê Şengalê dike û bi destûra wan derbasî qada esmanî ya Iraqê dibe, di fuzeyên dronan de jî teknolojiya şîrketekî Emerîkî bikartîne. Di parçeyên fuzeya ku li Barê mala welatiyekî pê hatibû bombebarankirin de, şopa şîrketekî Emerîkî derket ku bêyî vê parçeya dijîtal sarox nikare li hedefa xwe bide.

Dewleta Tirk a dagirker di 24’ê mehê de êrişên qirkirinê li ser Şengalê û Bakur-Rojhilatê Sûriyê da destpêkirin ku ev êriş hê jî berdewam dikin. Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ragihandibû ku 16 caran bi balefirên şer û 4 caran jî bi balefirên bê mirov û bi çek, bi giştî 20 êrişên hewayî çêbûne û di van êrişan de 6 şervanên wan şehîd ketine.

Heya niha derbarê êrişên qirkirinê yên li ser xelkê Şengalê de ne ji hikumeta Iraqê ne jî ji hêzên navnetewî deng derneketiye. Xelkê Şengalê bêdengiya hikumeta Iraqê ya li ber van êrişan wekî hevkariya êrişên qirkirinê dibîne û bang li hikumeta Iraqê dikin ku helwesta xwe nişan bide. Xelkê Şengalê di heman demê de bang li hêzên navnetewî jî dike ku qada esmanî ya Iraqê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker re were girtin.

Di êrişan de hevkariya dewleta Tirk, Iraq û Emerîkayê

Lê dema em bala xwe didin asta êrişan û bêdengiya hêzên muxatab, em dibînin hevkariyeke zirav lê xuya bi dewleta Tirk a dagirker re heye. Ev hevkarî di saroxên (fuzeyên) ku di êrişa li ser Şengalê de hatine bikaranîn jî bi zelalî xuya dike. Her çiqas dewleta Tirk her carê îddia dike ku ew hemû êrişên xwe bi cebilxaneya dewleta xwe pêş dixe, bi dîmenan careke din îsbat bû ku ev ne raste.

Dewleta Tirk bi balefirên şer û bi teknolojiya Emerîkayê êriş dike

Ji xwe tê zanîn ku balefirên şer ên F-16 yên Dewletên Yekbûyî Yên Emerîkayê ye ku difiroşe dewleta Tirk. Yanî dewleta Tirk a dagirker bi balefirên Emerîkî êrişê civaka Êzidî û Şengalê dike. Ya duyemîn, di parçeyên saroxên ku bi drone hatine avêtin de xuya dibe ku hin parçeyên teknîkî yên girîng ku bêyî wan ew sarox nikarin werin karanîn, bi destê şîrketên Emerîkî hatine çêkirin. Yanî di teknolojiya dronên ku Şengal bi dehan caran pê hatiye bombebarankirin de, şopa şîrketa Emerîkî derket holê.

Di saroxan de şopa şîrketa Analog Devices û navê USA derket!

Yek ji cihên ku 24’ê Cotmehê rastî êrişan hat derdora gundê Barê bû. Di wan êrişan de malekî welatiyan jî hatibû bombebarankirin. Dema me berê xwe da saroxên ku li wê malê ketiye, me dît ku parçeyeke dijîtal a saroxê aydê şîrketeke Emerîkî ye. Sarox li ser navê Roketsanê (şîrketekî leşkerî ya dewleta Tirk) hatiye çêkirin, lê yek ji parçeyên wê yên herî girîng ji aliyê şîrketa Analog Devices a Emerîkî hatiye çêkirin. Navê şîrketê û navê USA (Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê) di dîmenan de bi awayeke zelal xuya dike.

Bêyî karta dijîtal, sarox nikare li hedefa xwe bide

Ev şîrket di sala 1965’an de li parêzgeha Massachusetts a Emerîkayê hatiye avakirin û ji wê demê heya niha yek ji şîrketên herî girîng û mezin a cîhanê ye ku di qadên cûda de hilberînê dike. Ev şîrket di qada sinyalên dijîtal, sînyalên elektronîk û teknolojiyê de pispore û bi taybet di qada leşkerî/esmanî de jî kar dike. Yanî, bêyî bername û sîstemên dîjîtal ên vê şîrketê, saroxek nikare ne bi balefirên şer re, ne jî bi balefirên bê mirov û bi çek re li hedefa xwe bide. Yanî, ev sîstemên dîjîtal dibe sebeb ku ew sarox karibe bigihe hedefa xwe.

Qada esmanî ya Iraqê di bin serweriya Emerîkayê de ye

Rastiyek din a ku pêwîst e were bibîrxistin jî eve, qada esmanî ya Iraqê di şerê Kendavê de ket bin kontrola Emerîkayê û piştî şikestina rejîma Sedam Hisên, ji sala 2002’an heya roja me ya îro jî di bin kontrola Emerîka û hêzên navneteweyî de ye. Yanî bêyî destûra Emerîkayê û hêzên navnetewî, ne dewleta Tirk ne jî dewleteke cûda nikare bikeve qada esmanî ya Iraqê. Bê guman di vê mijarê de muxatabê civaka Êzidî û gelên Şengalê hikumeta Iraqê ye ku Şengalî di vê mijarê de bang li hikumeta Sûdanî dikin da ku qada esmanî ji dewleta Tirk re bigire. Lê di esas de, Emerîka û hêzên navneteweyî ji qada esmanî berpirsyarin, yanî ji hemû êrişên hewayî yên li ser Şengalê ev hêz berpirsyarin.

Civaka Êzidî ya Şengalê li benda bersiva Emerîkayê ne

Di van êrişên dawî de careke din derket holê ku ne Iraq ne jî hêzên navnetewî ku hewl didin xwe wekî dostên civaka êzidî nişan bidin, ne di xema Şengalê de ne. Ji Iraqê heya PDK’ê, ji Emerîkayê heya hêzên din ên navnetewî di ber van êrişên qirkirinê de berpirsyarin. Serokê Emerîkayê Joe Bîden, piştî fermana 2014’an gotibû ‘Ji ber êşên Êzidiyan dilê min di êşe.’ Civaka Êzidî, piştî ku şopên şîrketa Emerîkî di bombebarana li ser Şengalê de xuya bû niha pir mereq dike ku wê rayedarên Emerîkî bersiveke çawa bidin!

Show More
Back to top button