Li Hacî Awa du malbatan şer kir: Kesek mir 5 kes birîndar bûn
Rêveberiya Polîsên Raperînê ragihand di encama pevçûna di navbera du malbatan a li bajaroka Hacî Awa ya girêdayî Ranyayê de, kesek hat kuştin û 5 kes jî birîndar bûn.
Rêveberiya Polîsên Raperînê di daxuyaniyek de eşkere kir ku li bajaroka Hacî Awa di navbera du malbatan de devjenî û pevçûn derket.
Hat gotin di encama pevçûnê de kesek jiana xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.
Hat diyarkirin ku cenaze piştî lêkolînên li tiba edlî radestî malbatê hat kirin û birîndar jî li nexweşxaneya Ranyayê tên dermankirin.
Hat gotin ku 12 kes ji ber pevçûnê hatine binçavkirin û lêpirsîna di gel wan de berdewame.