Kanalên telegramê yên HPG’ê û Gerîla TV hatin astengkirin

Rayedarên Gerîla TV ragihandin ku kanalên Telegramê yên Gerîla TV û HPG’ê yên bi zimanên cuda vekirine, hatine sînordarkirin û şopdarên wan hatine astengkirin. Her wiha diyarkirin ku ew ê bi qenala xwe ya nû vekirine ji cihê mayî berdewam bikin.

Qenala Gerîla TV’yê ji hemû şopdarên xwe re daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku ji ber di kenala Telegramê de şopdarên wan hatine astengkirin wê li ser pêwendiya https://t.me/gerila_t_v weşana xwe bidomînin.

Di daxuyaniya rayedarên Gerîla TV’yê de wiha hate gotin:

“Kanalên me yên Telegramê yên bi navê Gerîla TV, HPG Kurmancî, HPG Arabic, HPG International, HPG Castellano û HPG Tirkî hatine sînordarkirin û şopdarên qenalên me hatine astengkirin.

Cardin fêm bû ku, bi vê çalakiya dawî çawa agir ketiye dilê Enqereyê û dixwazin vî agirî bi astengkirina kanalên me bitefînin. Lê xwe pir mezin dixapînin. Çawa ku çi hêz nikare meşa fedaiyên Apoyî bide sekinandin, nikarin meşa şopdarên wan jî bidin sekinandin.

Emê hîn encamgir û xurttir karên xwe bimeşînin. Em ê bi kenala xwe ya nû ji cihê mayî berdewam bikin.”Hûn dikarin li ser vê pêwendiyê xwe bigihînin kanala nû: https://t.me/gerila_t_v

Show More
Back to top button