Operasyonên tolhildanê yên QSD’ê li dijî dewleta Tirk didomin
QSD’ê ragihand ku wê li dijî baregehên artêşa Tirk a dagirker ên li gundewarê bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî 2 operasyonên serkeftî li dar xistine. Di encamê de gelek leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatine kuştin û birîndar bûne.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku wê li dijî baregehên artêşa Tirk a dagirker ên li gundewarê bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî 2 operasyonên serkeftî lidar xistine. Di encama herdu operasyonan de gelek leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatine kuştin û birîndar bûne.
Navenda Ragihandinê da zanîn ku QSD`ê di çarçoveya mafê parastina rewa de êriş baregehên dewleta Tirk a dagirker ên li herêmên dagirkirî kiriye.
Navendê diyar kir ku di operasyonan de baregehên artêşa Tirk a dagirker ên li dora gundên Enêq El Hewa û Bab El Ferec ên bajarokê Zirganê bi çekên giran hatine hedefgirtin. Di encamê de gelek leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hatine kuştin û birîndar bûne.
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê dîmen û agahiyên dîtir ên ji herdu operasyonan bi daxuyaniyê re parve kirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji çarşemê ve artêşa Tirk a dagirker deverên cuda yên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bênavber topbaran û bombebaran dike. Di encamê de beşeke binesaziya herêmê wêran bû, zirarek mezin li mal û milkên sivîlan hat, her wiha 14 welatî şehîd bûn û 40 welatiyên din birîndar bûn.