Xelkê Şengalê dijî êriş, hevkarî û xiyanetê meşiyan

Li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengalê û Rojava, xelkê Êzidî daketin qadan û êriş şermezarkirin. Civaka Êzidî bang li hikumeta Iraqê û saziyên pêwendîdar kir da ku bêdengiya xwe bişkînin û li hemberî êrişên qirkirinê peyama “Bi dehan ji me şehîd bikevin jî em dest ji berxwedana xwe bernadin” dan.

Gelê Şengalê li dijî êrişên qirkirinê yên dewleta tirk û dagirker, hevkariya PDK’ê û bêdengiya hikumeta Iraqê îro meşeke girsetî lidarxistin. Di meşê de li gel hêrs û kîna li dijî êrişên qirkirinê, helwesta berxwedan û mezinkirina têkoşînê derket pêş.

Meşa ku bi pêşengiya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) pêkhat, bi şîara ‘Êrişên li ser Rojava û Şengalê sûcên şer in’ ji ber Meclîsa Gel a Sinûnê destpêkir û heya Çarxerêya Mam Zekî ya li navenda Sinûnê berdewam kir. Di meşê bê navber li dijî îxanetê dirûşme hatin avêtin.

Piştî meşê li Çarxereya Mam Zekî li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Desteya Eşayîrî ya Şengalê daxuyanî hatin dan. Di daxuyaniya bang di serî de li Neteweyên Yekbûyî (NY), saziyên mafên mirovan û hikûmeta Iraqê hate kirin da ku li ber van êrişan bêdeng nemînin û bibin xwedî helwest. Her wiha civaka Êzidî bi peyamên xwe diyar kir ku ew bi şehadetan lawaz nabin û ewê têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê mezintir bikin.

‘Hikumeta Iraqê hevkarê êrişane’

Endama Koordînasyona TAJÊ Şemê Remo di daxuyaniyê de balê kişand ser êrişên li ser Şengalê û wiha axivî: “Ev çend rojin dewleta Tirk a dagirker li ser hev Şengalê bombebaran dike û ew zarokên me yên ku di sala 2014’an de li ber xwe dayîn, şehîd kirine. Bêdengiya dewleta Iraqê mirov dixe nav fikaran, ger bi dewleta Tirk re ne hevkar be wê heya niha carekê deng jê derketa. Em bi şehîdan gav paş de navêjin, em bi şehîdan serbilind in, ger em li ser axa xwe heya niha bi rûmet jiyan dikin ew jî bi saya serê van şehîdan û zarokên me yên ku serê xwe dane. Ger bi dehan ji me şehîd bixin jî emê dest ji berxwedana xwe bernadin, dest ji zarokên xwe yên parêzvanê gel û civakê bernadin.”

‘Êzidiyên berxwedêr têne hedefgirtin’

Pişt re, li ser navê Desteya Eşayîr a Şengalê Berekat Mirad axivî û got: “Em van êrişan bi tûndî şermezar dikin, em li vir dengê xwe digihînin dewleta Iraqê ku bi awayek lez û bez deng ji xwe derxîne û nebe şirîkê şer. Di van êrişan de gelê sivîl tê hedef girtin, zarokên Êzidî yên ku ev 10 sal in li ber xwe didin têne hedefgirtin. Wekî her kes dizane ku duh bi şev bi dehan caran êriş li ser vê erdê biçûk hatiye, rixmî ku em birîndarên jenosîdekê ne û heya niha jî birînên me nehatine kewandin. Em careke din li vir bang li saziyên mafê mirovan dikin ku bi erk û berpirsiyartiya xwe rabin û dengê xwe bilind bikin.”

Daxuyanî bi dirûşmeya ‘şehîd namirin’ û ‘bijî berxwedana Şengalê’ bi dawî bû.

Show More
Back to top button