Li dijî Şengalê êrişa hewayî
Balafirên bêmirov û biçek yên dewleta Tirk a dagirker îşev saet derdora 23:30’an de li gundê Barê û komelgeha Dîgurê ya Şengalê çend malên welatiyan bombebarankirin, di encama êrîşa de herî kêm jinek birîndar bû.
Balafirên bêmirov û biçek yên dewleta tirk a dagirker li Şengalê êrişa hewayî kirin. Li gorî agahiyên ku me bi dest xistine, Îşev saet derdora 23:30’an de, li derdora gundê Barê ya girêdayî komelgeha Xanesorê û li komelgeha Dîgurê, balefirên bê mirov û bi çek yên dewleta tirk a dagirker çend malên sivîlan bombebaran kir. Li gor agahiyên destpêkê di encama êrîşê de jinek be navê Întisar Xwedêda Elî Mirad e birîndar bûye.
Heya niha agahiyên berfirehtir hê negihiştine ber destê me.
Li Şengalê liv û tevgera balefirên keşfê berdewam dike.