Mexmûriyan êrişên deweta Tirk yên li ser Kurdistanê şermezar kirin
Xelkê Wargeha Penaberan a Mexmûrê êrişên dewleta Tirk a faşist yên li ser Heremên Parastina yên Medaya, Şengal û Rojavayê Kurdistan bi meşeke girseyî şermezar kirin.
Xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) êrişên dewleta Tirk a faşist yên ku ji duh bi şev ve li ser Heremên Parastina yên Medyayê, Başûrê Kurdistan, Şengal û Rojavayê Kurdistanê bênavber berdewam dikin bi meşeke girseyî şermezar kirin.
Meşa girseyî ya Mexmûriyan li ber Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê bi amadebûna gel û xwendevanan destpê kir. Di meşê de bênavber dirûşmeyên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’, ‘Bijî Berxwedana Rojava’, ‘Bijî Berxwedana Gelê Kurd’ û ‘Bijî Berxwedana Îmraliyê’ hatin qêrîn. Her wiha di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin bilindkirin.
Meş li ber avahiya Netewên Yekbûyî ya li Mexmûrê rawestiya û li wir ji aliyê gelê wargehê ve daxuyanek hat dayîn. Daxuyanî bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî cangoriyên Azadiya Kurdistan destpê kir. Piştî rêzgirtinê Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Filîz Budak axivî.
Filîz Budak di destpêka axaftina xwe de êrişên dewleta Tirk yên li ser xaka Kurdistanê pêktîne şermezar kir û wiha got: “Dewleta Tirk wek gurekî dev bixwîn têkçûna xwe ya di vê pêvajoyê de bi êrişên li ser xaka Kurdistanê vedişêre. Bi van êrişan dixwaze bibêje ez heme û ez van êrişan pêktînim. Lê em hemû jî baş dizanin hemû dîkdatorên cîhanê di pêvajoyên têkçûna xwe de êrişên wiha hovan pêktînin. Êrişên ji duh bi şev tên kirin, dide diyarkirin ku dewleta Tirk û hevkarê wê PDK li ber têkçûnê ne. Em bang li saziyên navnetewî dikin ku kesên li hemberî êrişên Filistîn demegojiyê dikin çima îro li hemberî êrişên li ser zarokên Kurdan bêdengin. Ango dema mijar dibe Kurd êriş nayên dîtin. Hêza Rojavayê Kurdistanê û gelê Kurd heye ku li hemberî hemû êrişan xwe biparêze û dikare çalakiyên herî bihêz jî bike. Emê wek gelê Kurd li hemberî van êrişan têkoşîna xwe bilind bikin û têkoşîna xwe bigihînin asta serkeftinê. Me di sekna Rêber Apo û gelê Rojavayê Kurdistanê de dît ku berxwedan çiqasî encamgire.”
Budak di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku heta Rêbertî neyê esas girtin bila kes ji bo me qala tu pêvajoyên diyalogê neke û wiha got: “Heta tecrîd, êriş li ser gelê Kurd û Herêmên Parastin yên Medyayê berdewam bikin, bila kes qala pêvajoya diyalokê neke. Hevdîtina ku bi Rêber Ocalan re hatiye kirin, tenê hevdîtina bi malbatê re bû. Divê gelê Kurd xwe li gorî vê pêvajoyê amade bike.”
Meş bi dirûşmeyên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’, ‘Bijî Bexwedana Gelê Kurd’ û ‘Bijî Berxwedan Îmralî’ bi dawî bû.