‘Rêber Ocalan fîlozofeke ku dikare pirsgirêkên gelan çareser bike’
Çalakvan û rojnamevanên Silêmaniyê li ser giringiya azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan gotin: “Azadiya birêz Ocalan tê wateya azadiya azadîxwazan û gelên bindest ên Rojhilata Navîn. Ew fîlozofeke ku dikare hemû pirsgirêkên gelan çareser bike.”
44 mehin bi ti awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin. Dewleta Tirk a faşîst, nahêle parêzer û malbat serdana Îmraliyê bikin. Di derbarê giringiya azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan û sedemên pêkanîna tecrîdê de xwênerên pirtûkên Rêber Ocalan ji ajansa me re axivîn.
Çalakvan û xwênerê pirtûkên Rêber Ocalan, Arif Ezîz di derbarê giringiya azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan de got: “Her kesek azadîxwaz bi dîlgirtina azadîxwazek a di girtîgehê de nerehete. Azadiya birêz Ocalan tê wata azadiya tevayî azadîxwazan û gelên bindest ên Rojhilata Navîn bi taybetî jî gelê Kurd. Ji bona wê divê pêngavên mezintir ji bo azadiya Ocalan bên avêtin, daku şer û komkujiyên ku niha hene bi dawî werin.”
Di dewamê de Arif Ezîz da zanîn ku raste Tirkiye di aliyê leşkerî de duyem hêza NATO’yê ye, lê ji fikir û felsefa Rêber Ocalan ditirse û wiha dom kir: “Dewleta Tirk dizane ku tevî Rêber Ocalan di girtîgehê de ye, lê kariye bandorê li gel bike û rûbirûyê hemû astengî û zehmetiyên ku dewleta Tirk li beramberî Kurdan dike bibe. Dewleta Tirk gihiştiye wê baweriyê ku ew nikarin pêşî li fikir û felsefeya Rêber Ocalan bigrin. Ji ber wê bi hemû şêweyek hewl didin temenê desthilata xwe ya siyasî dirêj bike.”
Arif Ezîz diyarkir ku Rêber Ocalan di aliyê fikrî de azade û got: “Hêvîdarim di zûtirîn dem de azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan pêkwere û dawî li şer û aloziyên li Rojhilata Navîn were.”
Rojnamevan û yek ji xwênerên pirtûkên Rêber Ocalan, Siware Mehmud jî li ser tecrîdê axivî û got: “Mijara azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne tenê mijara kesek siyasî ye. Belku ew fîlozofeke ku çareseriya hemû pirsgirêkên gelan li ceme. Girtina birêz Ocalan bi komployeke navneteweyî pêkhat. Ji berku fikir û felsefa Rêber Ocalan li dijî sîstema sermayedarî ya cîhanê ye. Piraniya dewletên cîhanê jî pêşengtiyê ji sîstema sermayedarî re dikin.”
Ji bo pêkanîna azadiya fîzîkîya Rêber Ocalan jî Siware Mehmud got: “Divê em peyam û daxwazên xwe yên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan pêşkêşî gelên azadîxwaz bikîn daku ew jî bikarin zextê li desthilatdarên sermayedar ên cîhanê bikin û azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan pêkwere.”