Rêveberiya Xweser şehîd Xeyrî Mirad li Şengalê bibîranî

Xeyrî Mirad ku di dema fermanê de li dijî DAIŞ’ê disekine, gel rizgar dike û heya henaseya xwe ya dawiyê şer dike, di nava Êzidiyan de weke qehremanekî gel têbinavkirin û bibîranîn. Xeyrî Mirad li Sîba Şêx Xidirê li ber peykerê xwe hate bîranîn.

Xeyrî Mirad yê ji eşîra Qîraniyan û di şerê dijî  DAIŞ’ê de roleke mezin li Şengalê lîst û karî gelek kes ji Sîbayê xilas bike, di salvegera şahadeta xwede li Şengalê hate bîranîn.

Welatiyên Sîba Şêx Xidir bi pêşengiya Desteya Eşayîrî ya Şengalê, Meclîsa Gel, Şaredarî û saziyên din li dora peykerê wî kombûn û şehîdê xwe bibîranîn.

Merasîma bîranînê ya li ber peykerê şehîd Xeyrî Mirad pêkhat, bi deqîqeyek rêzgirtina ji hemû şehîdên fermanê û şehîdên berxwedana Şengalê re destpêkir. Destpêkê serokeşîr û mûxtarê Sîba Şêx Xidir ê ji Desteya Eşayîrî ya Şengalê Xidirê Hecî Mîrza axivî û got: “Şehîd Xeyrî Mirad canê xwe di ber gelê xwe da da. Em bi vê wesîleyê Mam Zekî, Pîr Çeko, Şehîd Zerdeşt û hemû şehîdên Êzidxanê bibîrtinin. Li ser me ferze em tu carî şehîdên xwe ji bîr nekin û bibîrbînin.”

Li ser navê meclîsa gel a Tilizêrê jî Hemed Bişar axivî û dazanîn şehîd Xeyrî Mirad ê li derveyî welat jiyan dikir, di dema fermanê de tê Şengalê, li Xeta Sikêniyê û Sîba Şêx Xidirê li dijî DAIŞ’ê şer dike û got: “Şehîd Xeyrî bi sedan mirovên me yên bi temen, zarok, jin parast.”

Hevşaredarê Sîba Şêx Xidirê Elmas Nayîf jî tevlî bîranînê bû û bi rêya ajansa me şehîd Xeyrî bibîranî û diyar kir, ew ji derveyî welat hat fedekariyeke gelekî mezin bo gelê xwe kir û got: “Em li cihê ku peykerê wî hatiye çêkirin bibîrtinin.”

Merasîma bi pêxistina çirayan li dora peykerê wî bi dawî bû.

Şehîd Xeyrî Mirad dema DAIŞ 3’yê Tebaxa 2014’an êrişê Şengalê dike, ji bo berxwedana dijî DAIŞ’ê pêşengiyê dike, weke qehremanekî gel yê xwezayî bi erka xwe radibe. Ji ber vêya jî weke qehremanekî mezin ê gel li Şengalê tê nasîn û peykerê wî li navenda Sîba Şêx Xidir hatiye danîn. Şehîd Xeyrî 10 sal weke îro li Geliyê Hesarê yê Şengalê di şerê dijî DAIŞ’ê de şehîd dibe.

Show More
Back to top button