392 koçberên din ji kampeke Dihokê vegerîn Şengalê

Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê ragihand ku 392 koçberên din ji Kampa Dawidiye ya li sînorê parêzgeha Dihokê vegerîn ser warê xwe Şengalê û alîkariya pêdiviyên lezgîn ji wan re hate kirin.

Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê têkildarî vegerîna bi sedan koçberên Şengalî ji kampeke girêdayî parêzgeha Dihokê û alîkarî dayîna wan daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya wezaretê de hate gotin di çarçoveya bernameya Hikûmeta Iraqê ya vegerandina koçberên navxweyî û valakirina kampên koçbereran de, îro 392 koçberên din ji Kampa Dawidiye ya li sînorê parêzgeha Dihokê vegerîn ser warê xwe Şengalê û alîkariya pêdiviyên lezgîn ji wan re hate kirin.

Show More
Back to top button