Çar aliyên siyasî encamên hilbijartinê red dikin

Çar aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê encamên destpêkê yên hilbijartinên dema şeşemîn ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê ku ji aliyê Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê ve hatine eşkerekirin, red dikin.

Nûnerên çar aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ku ji Berey Gel, Tevgera Helwest, Yekgirtûya Îslamî û Komela Dadgeriyê pêk tên, encamên destpêkê yên hilbijartinên dema şeşemîn ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê ku ji aliyê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê ya Iraqê ve hatine eşkerekirin, red dikin.

Nûnerên her çar aliyan bi rêya daxuyaniya çapemeniyê nerazîbûna xwe nîşanî encamên destpêkê yên hilbijartinên dema şeşemîn ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê da û wiha hate gotin; “Di hilbijartinê de sextekarî hatiye kirin. Em bi lêkolîna li ser sextekariyan û komkirina belgeyên têkildarî sextekariyan ve mijûlîn, piştî ku lêkolîna me bidawî bû emê encama wê ji raya giştî re eşkere bikin. Bi vî awayî piştî lêkolînên me temam bûn emê bi awayek fermî helwestea xwe nîşan bidin.”

Show More
Back to top button