Komîsyonê encamên destpêkê yên hilbijartinê eşkere kir
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê li Bexdayê bi civîneke çapemeniyê encamên destpêkê yên hilbijartina dema şeşem a parlementoya Herêma Kurdistanê eşkere kir.
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê li Bexdayê bi civîneke çapemeniyê encamên destpêkê yên hilbijartina dema şeşem a parlementoya Herêma Kurdistanê eşkere kir. Di civîna çapemeniyê de Endamê Komîsyona Hilbijartinê Deham Ehmed encamên hilbijartinê xwend.
Hat diyarkirin hejmara dengdêrên Herêma Kurdistanê 2 milyon 899 hezar û 876 kesin. Her wiha diyarkir 1434 navend û 7070 cihên dengdanê hebûn.
Li gor agahiyên ku komîsyonê eşkere kirine, hejmara dengdêran a li her çar parêzgehên Herêma Kurdistanê wihane;
Hewlêr: Li Hewlêrê 1023606 kesan mafên dengdanê hebûn, ji vana 762929 kesan deng daye, rêjeya tevlîbûnê jî ji sedî 74,53 bû.
Silêmanî: Li Silêmaniyê 1087192 kesan mafê dengdanê heye, ji vana 715499 kesan deng dane û rêjeya tevlîbûnê ji sedî 65, 81’e.
Helebce: Li Helebce 60202 kesan mafê dengdanê heye, ji vana 41671 kesan deng daye, rêjeya tevlîbûnê ji sedî 69,11’ye.
Dihok: Li parêzgeha Dihokê jî 722397 kesan mafê dengdanê heye, ji vana 564494 kesan deng dane û rêjeya tevlîbûnê ji sedî 78,14 bû.
Li gor encamên ku komîsyonê ragihandine dengên partiyan yên di hilbijartina taybet û giştî de jî wihane;
PDK: 809197
YNK: 408141
Tevgera Nifşê Nû: 290991
Tevgera Goran: 11621
Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê: 116981
Komeleya Dadgerî ya Kurdistan: 64710
Eniya Gel:33369
Eniya Helwest: 55775
Hevpeymaniya Herêma Kurdistan: 13199
Civîna çapemeniyê didome û wê agahî werin nûkirin…