Li Iraqê 57 torên madeyên hişber ên navdewletî hatine hilweşandin
Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Madeyên Hişber ragihand ku di nava salên 2023 û 2024’an de 57 torên madeyên hişber ên navneteweyî li Iraqê hatine hilweşandin.

Rêveberê Ofîsa Ragihandinê ya Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Madeyên Hişber Hisên Temîmî ragihand ku di nava salên 2023-2024’an de 57 torên madeyên hişber ên navneteweyî li Iraqê hatine hilweşandin.
Hisên Temîmî diyar kir ku hemû operasyonên hatîn lidarxistin dibin çavdêriya raste rast ya Wezîrê Karên Hindir Ebdulemîr Şemerî û hêzên ewlekariyê de hatine rêvebirin.
Hêjayî gotinêye ku du salin bazirganiya madeyên hişber li Iraqê gihiştiye astek bilind ku beriya niha ne wisa bû. Ev yek jî bûye sedema fikaran ku gelek çavdêr û pisporan banga rêgirîkirina vê zêdebûnê kirin.