Li Şengalê roja Zimanê Dayîkê hate pîrozkirin

Bi boneya Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê Saziya Perwerdehiya Civaka Demokratîk a Êzidxanê roja zimanê dayîkê ya cîhanê bi daxuyaniyekê pîroz kir

Daxwuyaniya Saziya Perwerdehiya Civaka Demokratîk a Êzidxanê (SPCDÊ) ji aliyê mamoste Viyan Bedel ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de qala girîngiya ziman hate kirin û roja 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanî hate bîranîn.
Di daxwuyaniyê de heman demî li ser girîngiya ziman jî vana hate ser ziman; “Dema em dibêjin zimanê dayîkê dîroka mirovahiyê tê bîra mirov, ji ber ku ziman çand e, ziman nasname ye û ziman hîma bingehîn ê jiyanê ye, ziman destpêka afirandina civakbûna mirovahiyê ye. Ji ber ku mirov cara yekemîn bi rêya zimanê dayîkê fêrî xwe û fêrî civaka xwe dibe. Di jiyana gelan de ziman xwediyê giringiyek a dîrokî ye, dema ku gelek nikaribe zimanê xwe bi kar bîne ji her tiştê xwe bêpar dimîne.”
Di dawiya daxuyaniyê de ev roj li hemû gelan hate pîroz kirin û bangawaziyek wiha hate kirin: “Em bang li hemû mirovahî û rewşenbîran dikin, em dibêjin em zimanê Kurdî li her cihê bidin naskirin û zindîkirin. Her wiha dubare em weke mamosteyên zimanê dayîkê yên civaka Êzidxanê roja zimanê dayîkê li hemû gelan pîroz dikin û em dibêjin bila her zarokek bi zimanê dayîka xwe fêr bibe, bixwîne û binivîse.”

Show More
Back to top button