Li piraniya Herêma Kurdistanê rêjeya beşdariya dengdanê ji sedî 97 derbaz kir
Li gel bidawîbûna proseya dengdana taybet ya dewreya şeşemîn ya hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê, li piraniya parêzgeh û navçeyên Herêma Kurdistanê navîna rêjeya beşdariya dengdanê gihişt ji sedî 97’ê.
Li gor vê yekê rêjeya beşdariyê li çend parêzgeh û navçeyan wiha ye;
Raperîn
Li sînorê Îdareya Raperînê 16 navendên dengdanê ku 58 rawestgehan bi xwe digire 23 hezar û 526 dengderên taybet hene û rêjeya dengdanê li vê derê heta nîv saet beriya bidawîbûna proseya dengdanê gihiştibû ji sedî 97’ê.
Dihok
Li gor daxuyaniya Serokê Nivîsîngeha Dihokê ya Komîsyona Bilind û Serbixwe ya Hilbijartinê ya Iraqê Xalid Ebas heta saet 16:00’an gihiştibû ji sedî 97,5’ê.
Kelar
Li navçeya Kelarê 4 hezar û 961 kesan mafê dengdana taybet heye û li ser çar navend û her navendek jî ji sê rawestgehên dengdanê pêk tê. Li Kelarê jî weke gelek deverên din heta nîv saet beriya bidawîbûna proseya dengdanê, rêjeya tevlîbûnê gihiştibû ji sedî 97’ê.
Kifrî
Li navçeya Kifrî 666 kesan mafê dengdana taybet heye û tenê li navendekê ku ew jî li Dibistana Mistefa Nerîman û heta nîv saet beriya bidawîbûna proseya dengdanê gihiştibû ji sedî 97’ê.
Çemçemal
Ji bo navçeya Çemçemal jî 4 navend û 15 rawestgehên dengdana taybet hatibûn diyarkirin ku 4 hezar û 195 kesan mafê dengdana taybet hebû. Li vê derê jî heta nêzîkî saet 17:00’an de 4 hezar û 100 kesan dengê xwe bikar anî bû ku ev jî beramberî ji sedî 98’ê rêjeya tevlîbûnê ye.