Li Îranê rûniştina 15 girtiyên siyasî pêk hat
Tora Mafên Mirovan ya Îranê ragihand ku îro sêyemîn rûniştina dadgehê ya 15 girtiyên siyasî li liqa yekemîn ya Dadgeha Şoreşê ya Esfehanê ve hate dîtin û diyar kir ku dadgehê ew bi ‘civîn û komplo’, ‘antî-propagandaya dewletê’ tometbar kirin.
Li gor Tora Mafên Mirovan ya Îranê, îro sêyemîn rûniştina dadgehê ya 15 girtiyên siyasî ku di nav de girtiyên jin yên siyasî jî hene, li liqa yekemîn ya Dadgeha Şoreşê ya Esfehanê ve hate dîtin û diyar kir ku dadgehê ew bi ‘civîn û komplo’, ‘antî-propagandaya dewletê’ û ‘endamên komeke ewlekariya welat têk dide’ tometbar kirin.
Torê da zanîn ku hêzên ewlekariyê yên Îranê ev kesane binçav kiribûn û bi kefalet hatibûn berdan.