Li Qeladizê Festîvala Perî ya destrengîniya jinan hat lidaristin

Bi beşdariya zêdetirî 30 jinên destrengîn Festîvala Perî ku taybete bi destrengînî, huner û keda jinan li Qeladizê hat lidarxistin.

Îro li Parka Şar ya Qeladizê bi pêşengiya ‘Xanimên Perî’ û bi alîkariya Navenda Rêkxistina Demokratên Raperînê, Festîlava Perî ku taybete bi destrengînî, huner û keda jinan hat lidarxistin.

Festîval ji aliyê Mala Keleporî û Çanda Qeladizê û Dezgeha Kerîmî Eleke hate organîzekirin. 30 jinên destrengîn bi karê hunera dest, xwarinên gelêrî yên Kurdî, tabloyên wêneyan û çend kelûpelên din yên cur bi cûr tevlî festîvalê bûn.

Li gor yek ji organîzerên festîvalê, nêzîkî 2 hezar kesan serdana festîvalê kiriye û ev yek jî bûye sedem ku jinên beşdarên festîvalê bikaribin ji sedî 50’yê berhemên xwe bifiroşin.

Festîval tenê îro bû û bi beşdariya bi hezaran xelkê deverê bi cil û bergên gelêrî yên Kurdî hat lidarxistin.

Show More
Back to top button