Li Şengal û Qeladizê serketina gerîla hate pîroz kirin

Ciwanên me û xelkê Qeladizê serkeftina gerîla ya li Gare a hemberî artêşa Tirk a dagirker pîroz kirin

شەنگال، سەرکەوتنی گارەی پیرۆزکرد – YouTube

Dewleta Tirk a dagirker di 10’ê Sibatê de xwest Herêma Gare ya Başûrê Kurdistanê dagir bike. Dewleta Tirk bi balafiran cihê esîrên destê gerîlayan de bombebaran kir û 13 polîs û leşkerên xwe yên destê gerîlayan de qetil kir. Bi rojan xwest li Gare bimîne lê hemberî berxwedana gerîla şikest û neçarma vekişe. Serkeftina gerîla deng veda û li seranserê cîhanê tê pîroz kirin.
Bivê boneyê duh li Şengalê bi pêşengiya ciwanan serkeftina gerîla hate pîroz kirin. Ciwanan ji ber deriyê Asayîşa Şengalê bi karwanekî seyareyan di nava kolanên bajar û gundan de geriyan, pişte hatin Qada 14’an.
Ciwanan li wir govend gerandin, dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê serok jiyan nabe” berz kirin. Heya derengiya şevê ciwanan govend gerandin û berxwedana gerîla silav kirin.
Xelkê Qeladizê jî şahiyek pîrozbahiyê lidarxist û serkeftina gerîla ya hemberî artêşa Tirk a dagirker pîroz kir. Beriya pîrozbahiyê welatiyan bi li wesayîtên xwe siwarbûn û di nava kolanan de geriyan.
Welatiyan bê navbera dirûşmeyên ‘Biî Serok Apo’ û ‘Bijî berxwedana gerîla’ qêriyan. Piştî ku welatî di nava kolanan de geriyan, li nav bazarê kombûn. Livir axaftinek ji aliyê endamê komîteya amadekar ya pîrozbahiyê, İdrîs Ebdula ve hate kirin. Ebdula got; “Dijmin hertim xwestiye gelê Kurd tine bike, mixabin beşek ji hêzên Kurdî bune dardestê dijmin û neyarên gelê Kurd. Pîlana dijminên gelê Kurd ji aliyê Tevgera Azadiya Gelê Kurd ve hate pûç kirin, ev cihê kêfxweşiyê ye.”
Piştî axaftinê, welatiyan li ber stranan govend girtin û berxwedana gerîla silav kirin.
Dimen; şahiya ciwanan li şengal
Foto; şahiya welatiyen Qeladizê
ÇAVKANÎ: ROJNEWS

Show More
Back to top button