Nêçîrvan Barzanî bi Fîdan û Kalin re civiya

Serokê demborî yê Herêma Kurdistanê ku ji nişka ve 4 roj mayî ji hilbijartinên herêmê re, serdana Tirkiyeyê kir. Barzanî ewil bi misteşarê MÎT’ê Îbrahîm Kalin û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re civiya.

Serokê demborî yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro bi serdanek fermî gihişt paytexta Tirkiye Enqereyê.

Nêçîrvan Barzanî piştî ku gihîşt Enqereyê bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Misteşarê MÎT’ê Îbrahîm Kalin re civiya.

Tê gotin wê Nêçîrvan Barzanî di saet 14:00’an de jî bi şefê faşîst Recep Tayîp Erdogan re bicive.

Hêjayî gotinê ye dema serdanê gelek balkêşe, ji ber ku ji hilbijartinên parlamentoya Herêma Kurdistanê re tenê 4 roj mane.

Show More
Back to top button