SAZIYA GIŞTÎ YA PEMBÛ HETA NIHA 8 HEZAR Û 600 TON PEMBÛ WERGIRTIYE

Saziya giştî ya pembû ya rêveberiya xweser a Bakur û Rojhlatê Sûriyê di proseya wergirtina berhema pembû de berdewam e.

Rêveberiya Xweser nirxê kirîna her tonek pembû ji cotkaran bi 600 dolarên amerîkî destnîşan kiribû.

Di wê çarçoveyê de saziya giştî ya pembû ji destpêka vê mehê ve berhem ji cotkaran werdigre.

Li herêma Bakur û Rojhlatê Sûriyê ji bo wergirtina pembû sê navend hatine veqetandin ku ew jî li Hesekê, Dêrezorê û Reqayê ne.

Saziyê ragihand ku heta niha wan 8 hezar û 600 Ton pembû li tevahî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê wergirtine.

li gor aliyên peywendîdar rûbera pembo ya ku îsal li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye çandin 425 donim e.

Show More
Back to top button