XELKÊN KANTONA EFRÎN- ŞEHBAYÊ SERSAXÎ DAN MALBATÊN 4 ŞEHÎDAN

Koçberên Efrînî û xelkên Şehbayê sersaxî dan malbatên şehîdên TEV-DEMʹê û şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê.
Di merasîmê de li ser navên Meclisa Malbatên Şehîdan û Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê axaftin hatin kirin.
Di axaftinan de sersaxî ji malbatên her 4 şehîdan re hate xwestin û hate gotin, dewleta Tirk bi êrîşên xwe yên hovane dê ti carî nikare vîna gel bişkîne.
Di dawiyê de wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Merasîm bi berzkirina dirûşmeyên şehîd namirin, bi dawî bû.

Show More
Back to top button