YEKÎTIYA ESNAFAN PERGALA QIRKIRINÊ YA LI ÎMRALIYÊ BI TUNDÎ ŞERMEZAR KIR
Yekîtiya Esnafan ya bajarê Helebê bi daxuyaniyekê pergala qirkirin û êşkenceyê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.
Yekîtiya Esnafan di daxuyaniya xwe de got, girankirina pergala qirkirinê li dijî tevahî yasa û zagonên parastina mafên mirovan e.
Her wiha da zanîn ku, bi saya ramanên Rêber APO, gelê herêmê xwe bi rêxistin kir û azadiya xwe bi dest xist, lewre ew dê herdem ji bo azadiya Rêbertî têbikoşin.
Di beşekî din de hate diyarkirin ku, dewleta Tirk a dagirker di şexsê Rêber APO de vîna gelên Rojhilata Navîn hedef digre.
Di dawiyê de Yekîtiya Esnafan ya bajarê Helebê banga mezinkirina asta berxwedan û têkoşînê kir.