Serokeşîrên Şengalê: Deng nedin yên xiyanetê li civaka Êzidî kirin

Serokeşîr û mezinên civaka Êzidî yên di Desteya Eşayîrî ya Şengalê de cih digirin, ji bo hilbijartinên 20’ê Cotmehê ya parlementoya Herêma Kurdistanê ji gelê Kurd û hemû pêkhateyên din ên li herêmê xwestin, ji ber hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re, xiyaneta li civaka Êzidî û gelê Kurd, deng nedin PDK’ê û dengê xwe ji yên dilsoz û welatparêz re bidin.

Di 20’ê Cotmehê de dê xelkê Herêma Kurdistanê ji bo hilbijartinên parlementoyê biçin ser sindoqan û nûnerên xwe yên dema nû hilbijêrin. Gel di serî de hemû aliyên siyasî yên başûrê Kurdistanê girîngiyeke mezin didin vê hilbijartinê. Ji ber gel û partiyên siyasî vê hilbijartinê weke guhertina hevsengiyan, gaveke nû û têkbirina siyaseta PDK’ê ya îxanetê dibînin û wisa dest digirin. Bi vê hilbijartinê tê xwestin desthilata Barzaniyan a li Başûr bêgûhertin.

Yek ji civaka ku herî zêde zirer ji desthilata Barzaniyan û bi giştî jî PDK’ê dîtiye civaka Êzidiye. Şengal ji ber weke îdarî li ser Herêma Kurdistanê ye lewma wê nekarin deng bikarbînin, lê ji ber PDK bi taybet li ser Şengalê û Êzidiyên peymanan îmze dike û dibe sedema êrişan, dixwazin gelê Başûr û hemû pêkhateyên din biçin ser sindoqan û bibin dengê wan.

Bi vê mebestê Serokeşîrên Êzidî yên di nava Desteya Eşayîrî ya Şengalê de ji bo hilbijartinên Başûrê Kurdistanê bi rêya ajansa me bang li gelê Başûr û hemû pêkhateyên din kirin, biçin ser sindoqan û dengê xwe ji bo pêşeroja xwe bikarbînin û deng nedin PDK’ê.

‘Deng nedin yên xiyanet li Êzidiyan kiriye’

Cîgirê Serokê Desteya Eşayîrî ya Şengalê ji eşîra Hebabiyan Dexîl Xwedêda Xelef ji gelê Başûrê Kurdistanê û hemû bîr û baweriyan xwest di hilbijartinê de neyên lîstikan û daxwazên xwe wiha îfade kir: “Em hêvî dikin hemû civak, ol û baweriyên cuda ku li ser axa Başûrê Kurdistanê dijîn di hilbijartinê de neyên lîstikan. Di dîrokê gelek caran îxanet li civaka me hatiye kirin û em hêvîdarin ku civaka me hişyar be û di hilbijartinê de dengê xwe bide kesên ku kêrî civaka wan tê. Lazime em tu cara baweriya xwe nedin kesên ku îxanet bi civaka Êzidî kirine. Di vê hilbijartinê de lazime însan hişyar be, îxanet li me hat kirin, Şengal û me berdan çûn, Kerkûk çol kirin Mûsil çol kirin. Ev tiştekî ne nû ye, ji salê 70’î heta niha îxanetê li me dikin. Lê êdî em ne wek berê ne, rêxistina me heye, asayîş û hêza me ya leşkerî heye, êdî em ne muhtacê kesî ne. Êdî îro em dikarin li ber xwe bidin, pêdiviya me bi parastina kesekî din nîne. Kesên ku îxanet li me kir, terka me da em tu carî baweriya xwe nadin û dengê xwe jî nadin. Ez hêvî dikim miletê me tifaqa di navber hikûmeta Iraqê û PDK’ê (peymana 9’ê Cotmehê) bi wesîleya vê hilbijartinê tune bike û bang li kesên ku dê hilbijartinê de deng bi kar bînin dikim ku dengê xwe nedin PDK’ê.”

 

‘Dema deng didin dest deynin ser wijdana xwe’

Endamê Desteya Eşayîrî ya Şengalê kesayetê diyar yê Eşîra Simoqiyan Seîd Melhem Hemo jî bang li gelê Kurd kir, dema çûn ser sindoqê destê xwe deynin ser wijdana xwe û wiha axivî: “Ez bang li êzidiyên ku dê hilbijartinê de deng bikar bînin dikim, dema biçin ser sindoqan divê tenê berjewendiyên xwe yên şexsê nefikirin, berjewendiya civakê bifikirin. Kesên ku dê biçin ser sindoqan divê xwedî wijdan û wêrek bin, ji tu kesî netirsin.”

‘PDK siyaseta dewleta Tirk pêktîne, dengê xwe nedinê’

Endamê Desteya Eşayîrî ya Şengalê serokeşîrê Qîraniyan Xidirê Hecî Mîrza jî diyar kir eger PDK’ê di hilbijartinê de sernekeve wê peymana 9’ê Cotmehê ya dijî Êzidiyan jî hilweşe û vê bangê kir: “Îro em dengê xwe digihînin miletê xwe, miletê me yê welatparêz, ji çi civak, ol û baweriyê dibe bila bibe divê di hilbijartinê de hişyar bin. Divê hemû pêkhateyên başûrê Kurdistanê dengê xwe bidin kesên welatparêz, civakê difikirib. Divê miletê me hişyar be û ji tu gefên partiyan netirse. Em wek Meclisa Êşayîrî dengê xwe digihînin miletê xwe, miletê me yên ku li başûrê Kurdistanê dijîn hişyar bin. Ji aliyê din ve jî PDK dixwaze bi hilbijartinê re peymana 9’ê Cotmehê ya li dijî Şengalê jî pêk bîne. Ji ber vê yekê divê miletê me hişyar be û dengê xwe nede lîsteya PDK’ê. PDK li Başûrê Kurdistanê polîtîkaya dewleta Tirk li ser pêkhateyan dimeşîne. Hêviya me li miletê me heye dengê xwe bidîn kesên berjewendiya civakê difikire.”

Show More
Back to top button