Wezîrê Karên Derve yê Îranê dê serdana Bexdayê bike
Biryare sibe Wezîrê Karên Derve yê Îranê serdana paytexta Iraq Bexdayê bike û li gel berpirsên Iraqê rewşa emnî ya herêmê guftugo bike.
Medya Iraqê ragihand ku biryare sibe Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî serdana paytexta Iraq Bexdayê bike.
Hate diyarkirin ku Ebas Eraqçî dê li ser pêşhatên rewşa emnî ya li herêmê li gel berpirsên Iraqê guftugo bike.
Medya Iraqê da zanîn ku Wezîrê Karên Derve yê Îranê dê li gel hevpîşeyê xwe Fuad Hisên, Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî hevdîtin bike.
Hêjayî gotinêye ku piştî êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnan û Suriyeyê zêdebûn, rewşa Rojhilata Navîn giştî ber bi aloziyên mezintir ve diçe û li ser vê jî gelek welatên cîhanê hişyariyên cidî dikin.