Waliyê Silêmaniyê îstifaya xwe pêşkêş kir
Piştî ku Tevgera Goran xwe ji Hikumeta Herêmê û rêveberiyên xwecihî vekişand, waliyê Silêmaniyê Heval Ebûbekir jî îstifaya xwe pêşkêş kir.
Sekreterê Giştî yê Tevgera Goran Dana Ehmed Mecîd duh bi daxuyaniyekê ragihand wana xwe ji Hikumeta Herêma Kurdistanê vekişandine.
Waliyê Silêmaniyê, piştî ku Tevgera Goran xwe ji hikumet û rêveberiyên herêmê vekişand, îstifa kir. Waliyê Silêmaniyê Heval Ebûbekir ku li ser hesabê xwe yê medya civakî peyamek belav kir got; “Me bi biryara Sekregerê Giştî yê Tevgera Goran Noşîrvan Mistefa û bi lihevhatina Tevgera Goran û YNK’ê, di 4’ê Kanuna 2017 dest bi kar kir. Me beriya 3 mehan, dawiya dema me ya 4 salî, yanî di 9’ê Îlona 2021’an bi fermî daxwaza îstifayê kir. Tevî li gorî yasayê heya hilbijartinên encûmenên parêzgehan û hilbijartina waliyê nû bidome, me carek din di 22’ê Sibata 2022’yan de daxwaza îstifayê bi awayek fermî pêşkêşî Wezîrê Karê Hindir, Serokê Herêma Kurdistanê û Cîgirê serokwezîr kir. Lê heya îro nehatiye pejirandin.”
Waliyê Silêmaniyê Heval Ebûbekir di dewama peyama xwe de got; “Me rêveberiya xwe ji şerê siyasî parast û em girêdayî destûr û rêgezan man. Mixabin li gorî rewşa niha, di Tevgera Goran de gelek parçebûn û bê bawerîbûn heye. Ji bo ku ji vê rewşê rizgar bibe, me ji bo yekîtî, rêxistinbûyîn û zindîkirina navendê gelek hewldan kir, lê em ne gihiştin ti encamekê. Emê nebin parçeyek ji vê têkoşîna ku Tevgera Goran ji armanc, stratejî, destûr û erkên wê dûr dixe.
Ez destpêkê ji bo cara sêyem û cara dawî dixwazim Rêveberiya Herêma Kurdistanê îstifaya min erê bike. Ji îro û pêve, heya îstifaya min were pejirandin, yan jî bicihkirina namzetek din li cihê min, ezê weke kesek bê alî li ser erkên xwe bimînim. Emê nebin beşek ji vê parçebûnê û bi heman ruhê guhertinê hertim û li her cihê xizmeta xwe bidomînin. Emê bê cûdahî xizmeta ji bo hemû welatiyên de dewam bikin.”
Hêjayî gotinê ye di nava Hikumeta Herêma Kurdistanê de Wezareta Darayî, Wezareta Kar û Karûbarên Civakî, Wezareta Avadenkirin Pîşesazî û Bazirganiyê pişkên Tevgera Goranê ne. Herwiha waliyê Silêmaniyê Heval Ebûbekir jî endamek yê Tevgera Gorane.