Şandeyek Îtalî serdana Şengalê kir
Şandeyeke îtalî di çarçoveya projeyên xwe yên alîkarî dayînê de di 1’ê Cotmehê de serdana Şengalê kir. Şandeyê di serdanên xwe yên saziyan de guh da daxwaz û pêşniyarên xelkê Şengalê.
Şandeyeke Îtalî ya saziya Associazione Versi li Kurdistanê ku ji rewşenbîr, aktîvîstên mafên mirovan, rojnamevan, nivîskar û bijîşkan pêk dihatin bi armanca naskirina pergala rêveberiya xweser û alîkarî dayîna xelkê Şengalê, di 1’ê Cotmehê de serdana saziyên Rêveberiya Xweser a Şengalê û TAJÊ kir.
Şandeyê serdana xwe ji Tevgera Azadiya Jinên Êzidî dest pê kir, guh da daxwaz û pêşinyarên jinên Êzidî. Di serdanê de mijara sereke xizmetguzariya ji bo tenduristiyê hate nîqaşkirin. Lewma şandeyê serdana saziyên tenduristiyê yên li Xanesor, Til Izêr, Borik, Serdeşt û Şengalê jî kirin.
Di destpêka pêşwazîkirina şandeyê de endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Şemê Remo axivî û bi kurtasî behsa rewşa jinên êsîr kir û wiha got: “Her jinek di civaka me de çîroka wê ya fermanê heye. Ji ber ku em hemû têre derbas bûne. Çîroka me tevan ên zehmet hene ku em bînin ser ziman. Me pir keç û jinên êzidî ji Kampa Holê anîn. Çîrokên xwe hemû ji me re digotin. Beriya demekê ne pir dirêj 2 keçên Êzidî QSD’ê ew xilas kirin, anîn teslîmî me kirin, me jî teslîmî malbatê wan kirin lê mixabin malbatên wan li Başûrê Kurdistanê ne. Em mafê xwe dixwazin, heta niha keç û jinên Êzidî li welatan belav bûne, em dixwazin wan bînin lê, rê nîne.”
Şandeya îtalî di rêze hevdîtinên xwe de serdana Desteya Rêvber a Şengalê jî kir û ji aliyê nûnerên rêvberiya xweser a Şengalê ve hat pêşwazîkirin.
Piştre şande bi Rêveberiya Xweser a Şengalê re civiya û li ser pêşxistina projeyên alîkariyê û her wiha karkirinê bi rêvberiya xweser a Şengalê re nîqaş hatin kirin.
Di hevdîtinê de hevseroka Meclisa Xweseriya Demokratik a Şengalê Cîhan Celo li ser sîstema neteweya demokratîk agahî da şandeyê û wiha got: “Di asta cîhanê de xitimandinek heye ji ber ku li her derê sîstema yek netew û yek alî tê meşandin. Netewperestiyek pir zêde di asta dewletan de heye. Lê fikrê Serok Apo hemû ol, bawerî, çand û ziman di nava xwe de dihewîne. Şengal jî hemû netew û bawerî têde hene. Me jî li ser esasê Neteweya Demokratîk Rêveberiya Xweser ava kir. Berê dewletê siyaset û zimanê xwe ferz dikir. Civaka ereb û êzidî bi hev re nedikarîn bijîn. Lê niha sîstema me ya Rêveberiya Xweser hemû netew û baweriyan di nava xwe de dihewîne.”
Piştî hevdîtinên bi sazî û rêxstinên Şengalê re şande hevdîtinên xwe bidawî kir.