Emerîkayê 5 peyamên lezgîn pêşkêşî Iraqê kir
Medya Iraqê ragihand ku di nava 72 saetên borî de Balyozxaneya Emerîka ya li Bexdayê, 5 peyamên hişyariyê ji bo Iraqê şand û ragihand ku ger pêşî li komên çekdar negire, dê bertekek tund nîşan bide.
Qenalê Bexdad El-Yum ragihand ku di 72 saetên borî de Balyozxaneya Emerîkayê ya li Bexdayê ketiye nava amadebaşiyê de û li gel kesayetên siyasî yên Iraqê rêze hevdîtin pêkaniye. Di nava van saetan de 5 hevdîtinên raste rast hatiye pêkanîn.
Hate diyarkirin ku di her yek ji van hevdîtinan de, peyamek zelal ji bo hikûmeta Bexdayê li ser metirsiya kişandina Iraqê di nav xeleka şerê navbera Îran û Îsraîlê de, bi taybetî ku îhtimal heye ku şer zêdetir bibe de hatiye dayîn.
Her wiha hate destnîşankirin ku Balyozxaneya Emerîkayê ji hemû kesên ku hevpeyvîn li gel kirine re gotiye ku îdareya Emerîkayê zext li Iraqê dike da ku ji şer û aloziyê dûr bikevin.
Medya Iraqê da zanîn ku Emerîkayê li ser dosyeya komên çekdar û rêgirîkirina êrişên li nav xaka Iraqê li dijî Îsraîlê zextek zêde li hikûmeta Iraqê kiriye da ku rê li ber bertekên aliyên din ên ku encamên wê yên mezin li herêmê hebin, bê girtin.