Gelo Sudanî daxwaza derketina ji Iraqê li serkirdeyên Heşdî Şeebî kiriye?
Li gorî nûçeya NBC Amerîca ji agahiyên bi destxistî ragihandî, piştî aloziyên vê dawiyê yên li navçeyê û fikara ji êrişeke muhtemel a Îsraîlê, Serokwezîrê Iraqê hişyarî da serkirdeyên Heşda Şeebî ku ji Iraqê derkevin. Lê li gorî çavkaniyên herêmî hişyariyek wiha nehatiye kirin.
Hem medyaya navneteweyî û hem jî ya Erebî agahiyek nû parve kirin ku Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî daxwaz ji serokên Heşdî Şeebî kiriye ku ji Iraqê derkevin.
Di nûçeya ku ji aliyê NBC America ve hatiye weşandin de hate gotin ku piştî aloziyên vê dawiyê yên li herêmê û fikara ji êrişeke muhtemel a Îsraîlê, Serokwezîrê Iraqê hişyarî da serkirdeyên Heşdî Şeebî ku Iraqê terk bikin.
Lê gorî nûçeyeke din a kanala Bexdad El-Yum, ti agahiyên ku Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî hişyarî daye serkirdeyên Heşdî Şeebî û daxwaz ji wan kiriye ku ji Iraqê derkevin, nîne.
Li gorî îdeayan hemû serkirdeyên Heşdî Şeebî, çi li ser xeta yekem û çi ya duyem li qadê bin, li Iraqê amade ne û erkên xwe yên ewlehî û leşkerî bi awayekî asayî pêk tînin. Hate diyarkirin ku ti yek ji wan ji êrişeke Îsraîlî yan jî êrişeke din natirse û ji ber wê jî ti planeke wan nîne ku di pêşerojê de ji Iraqê derkevin.
Şirovekarên Iraqî diyar dikin ku şerek muhtemel di navbera Îsraîl û Hizbullaha Lubnanî de dikare bandorê li Iraqê jî bike û ew difikirin ku Tel Aviv dikare hêz û serkirdeyên Şîe bike armanc.
Her wiha Mamostayê Fakulteya Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Bexdayê Îhsan Şemerî jî di hevpeyvînekê de behsa îhtîmala ku Îsraîl Iraqê bike armanc kir û diyar kir ku her êrişeke Îsraîlê dikare zirarê bide aboriya Iraqê.
Îhsan El Şemerî ji bo êrişa Îsraîlê ya ser Iraqê 3 senaryo nîşan da. Ya yekem ewe ku êrişeke rasterast a Îsraîlê dê Iraqê di navbera Tel Aviv û komên çekdar de bike herêmeke ne aram. Eger hikûmeta Iraqê bi Emerîkayê re ji bo kêmkirina êrişên Îsraîlê li hev bike, Îsraîl dikare hin komên çekdar tehemmul bike.
Senaryoya duyemîn jî ewe ku Îsraîl hêz û serkirdeyên Heşdî Şeebî yên ku piştgiriya Hizbullahê dikin bike hedef. Senaryoya sêyemîn jî ewe ku Îsraîl rêber û alîgirên komên çekdar bike hedef. Ev dikare bibe sedema pevçûnek giran.
Li gorî vê senaryoyê wê ne tenê komên çekdar û hikûmet, dibe ku hemû sîstema Iraqê bibe hedef. Ji ber ku Îsraîl di wê baweriyê de ye ku komên çekdar hikûmeta Iraqê kontrol dikin. Tê texmînkirin ku îhtîmalê Îsraîl Iraqê bike hedef heye, lê asta vê hedefgirtinê hîn ne diyare.
Îsraîl ragihand ku di encama êrişên ji nav Iraqê ve hatîn pêkanîn de 2 leşkerên wê hatine kuştin û dibe ku ev yek bibe sedem ku Îsraîl êrişî Iraqê bike.