Zêdetirî 400 koçberên din ji Hewlêrê vegerîn ser warên xwe
Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê ragihand ku 406 koçberên din ji Kampa Dîbege ya Hewlêrê vegerîn ser warên xwe yên li parêzgeha Nînova.
Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê têkildarî vegerîna koçberên ji Kampa Dîbege ya ser bi parêzgeha Hewlêrê bo warên xwe yên li parêzgeha Nînovayê daxuyaniyek weşand.
Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê ragihand ku 406 koçberên din ji Kampa Dîbege ya Hewlêrê vegerîn ser warên xwe yên li parêzgeha Nînova.
Wezaretê da diyarkirin ku ewê ji koçberên vedigerin re alîkariyên darayî û xizmetgûzariyên lezgîn pêşkeş bikin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku 501 koçberên din duh ji Kampa Dîbege ya ser bi parêzgeha Hewlêrê vegeriyane ser warên xwe yên li parêzgehên Nînova, Kerkûk û Selahedînê.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku heta dawiya meha Tîrmehê ya sala 2024’ê koçberên hemû kampên li Herêma Kurdistanê vegerînin ser cih û warên wan û tevayî kamp werin girtin. Lê heta niha jî beşek ji van kampan nehatine girtin û koçber tê de dijîn.