‘Yên bixwazin me tune bikin ew ê tune bibin!’
Duh xelkê Şengalê bi yek dengî li dijî komploya li dijî Rêber Apo û peymana PDK, dewleta Tirk û hikûmeta federal a Iraqê derketin û peyama bilindkirina têkoşînê dan. Rêveberiya Xweser a Şengalê û endamên saziyan jî diyar kirin, wê serkeftin ya gelên azadîxwaz be û yên bixwazin wan tune bikin, ew ê tune bibin.
Duh xelkê Şengalê li navenda bajêr meşeke girseyî li dijî komplo, êriş û peymanên 9’ê Cotmehê lidarxistin. Di meşê de komploya dijî Rêber Apo û peymana dijî civaka Êzidî û dagirkirina Rojavayê Kurdistanê hate şermezarkirin û peyama bilindkirina berxwedan û têkoşînê hate dayîn. Civaka Êzidî di vê meşê de careke din peyam dan dewleta Tirk, PDK’ê û hikûmeta Sûdanî wê nekarin peymana 9’ê Cotmehê li ser civaka Êzidî ferz bikin.
Hevserokên Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, endamên rêveberiya Şengalê yên ji meşe ji ajansa me re axivîn jî, diyarkirin ewê bi têkoşîna xwe hemû komplo û peymanên li dijî Rêber Apo û gelan têk bibin.
‘Serkeftin wê ya gelên azadîxwaz be’
Hevseroka MXDŞ’ê Cîhan Celo têkildarî mijarê vê peyamê da: “Çawa meha 8’an meha fermanê bû, meha Cotmehê jî meha komployane. Komplo li dijî fikrê Rêber Apo bû. Ev komplo di heman demê de li dijî gelên Rojhilata Navîn û gelê Kurd bû. Di 9’ê Cotmeha 2019’an de êrişê Girê Spî û Serêkaniyê hate kirin û niha jî dibin dagirkeriyê de ye. Di sala 2020’an de jî peymanek li ser Şengalê çêkirin û xwestin Şengalê bixin bin destê yên beriya 2014’an de. Rêber Apo bi berxwedana xwe ya 26 sale dike, komployê vala derxist û zîndanê veguhert cihê azadkirina gelên bindest. Êdî fikrê Rêber Apo cîhanî bûye û herkes xwe li ser fikrê Rêber Apo rêxistin dike. Em nabêjin komplo bi dawî bûye, lê bi berxwedan û têkoşînê wê hem azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk were, hem fikrê wî belav bibe. Di heman demê de em ê bikarin bi têkoşînê xweseriya Şengalê pêk bînin û Kurdistanê jî ji bin dagirkeriyê derbixin. Wê ti carî xayîn sernekevin. Yên dixwazin me tune bikin ewê tune bibin. Serkeftin wê ya gelên azadîxwaz be.”
‘Komplo û peyman bi îradeya gelê Şengalê têkçû’
Hevserokê MXDŞ’ê Nayîf Şemo jî diyar kir di 9’ê Cotmehê de 3 komplo çêbûne û îşaret bi van xalan kir: “Meha Cotmehê ji bo me meheke komployan e. 1998’an li dijî Rêber Apo komployek pêkhat. Komploya duyemîn li dijî Girê Spî û Serêkaniya Rojavayê Kurdistanê çêbû. Armanca ji vê êrişa dagirkeriyê, tunekirina Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê bû. Komploya sêyemîn jî ji aliyê hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve li dijî îradeya li Şengalê çêbû, da ku careke din Şengalê bixin bin kontrola pêşmergeyan de. Lê ev komplo bi îradeya gelê Şengalê têkçû. Ev peyman ji aliyê gelê Şengalê ve bi temamî hate redkirin. Raste em li gel wê ne pergalek were danîn, lê ne li gorî daxwaza wan.”
‘Her peymanek îradeya Êzidiyan berçav negire pêk nayê’
Endamê Meclîsa Xweser a Şengalê Azad Hisên jî tifaq û komployê şermezar kir û dazanîn, her tifaqek îradeya Êzidiyan û xelkê Şengalê berçav negire, wê neyê qebûlkirin û wiha axivî: “Em vê tifaqiyê şermezar dikin. Dewleta Osmaniyan ne niha her ji berê ve dixwaze îradeya civaka me tune bike. Li dijî Girê Spî û Serêkaniyê, li dijî Rêber Apo û herî dawî jî li dijî civaka me ya Êzidî çêbû, lê ji aliyê civaka Êzidî ve hate têkbirin. Tevî ku Kazimî çû jî ev tifaqî ma û ti guhertinek nekete vê peymanê. Em dibêjin, her tifaqek û belgeyek civaka Êzidî neyê berçavgirtin wê bi ti awayî ji aliyê civaka Êzidî ve neyê qebûlkirin. Weke rêveberiya Şengalê jî amade ne hemû pirgirêkên Şengalê çareser bikin. Lê em ti tifaqeke dewleta Tirk, PDK û Iraqê li ser xwe qebûl nakin.”
‘Fikrê Rêber Apo mîna lehiyekî diherike’
Hevseroka Meclîsa Gel a Şengalê Zozan Simo berxwedana Rêber Apo, berxwedana Mexmûr, Rojava û Şengalê silav kir û got: “Îro rojeke giran e. Di dema fermanê de şervanên serokatî hatin me ji bin zilm û zordariyê derxistin. Ji bo bes ferman bê ser me keç û jinên Êzidî li berxwe didin. Em berxwedana Rêber Apo, gelê Rojava, Mexmûr û gerîlayan pîroz dikin. Raste Rêber Apo di zîndanê de ye, lê fikrê wî weke lehiyê diherike. Em azadiya Rêberê xwe dixwazin.”
‘Ji bo azadiya Rêber Apo çi ji me were westin amade ne’
Kedkara Ragihandina Azad a Şengalê Bêrîvan Çiya ku meşa dijî komplo û peymanê dişopand jî ji ajansa me re axivî û wiha behsa berxwedana dijî komployê kir: “26’emîn salvegera komploya navnetewî ya li dijî Rêber Apo ye û 26 sale li Îmraliyê li berxwe dide. Em weke ciwanên Şengalê li gel berxwedana Rêber Apo ne. Ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo çi ji me were xwestin emê bikin, ji bo Rêber Apo bê nava gelê Êzidî de. Banga min li ciwanên Êzidî ewe ku tevlî her çalakî û meşeke ji bo azadiya Rêber Apo bibin.”
‘Bila ciwan tevlî şoreşê bibin’
Endamê Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê Reşo Xidir jî diyar kir ewê ti carî dîl girtina Rêber Apo qebûl nekin û banga ‘ciwan divê li dijî dîl girtina Rêber Apo tevlî nava şoreşê û kar û xebatê bibin’ li ciwanên Êzidî kir.