179 malbatên din yên Iraqî ji kampa Holê derketin

179 malbatên Iraqî ji kampa Holê ya li rojhilatê bajarê Hesekê yê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ber bi xaka Iraqê ve bi rê ketin.

Di çarçoveya hevkariya navbera rêveberiya Kampa Holê, Komîteya Ewlehî û Komîteya Penaberan a Parlamentoya Iraqê de îro beşek din ji penaberên Iraqê ji 179 malbatan (704 kesan) ji kampa Holê ya Hesekê derketin.

Îsal ev beşa sêyemîn a Iraqiyan e ku ji kampê derdikevin û diçin Iraqê.

Beşa duyemîn a ji 556 ferdan di nava 170 malbatî de di 4ʹê Hezîrana îsal û beşa yekemîn ji 714 ferdan di nava 191 malbatan de di 28ʹê Nîsanê de ji kampê derketin.

Ev beş saet di 15:00ʹan de bi karwaneke erebeyan tevî parastina Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Koalîsyona Navneteweyî ber bi sînorê Iraqê ve çûn.

Show More
Back to top button