Gelên Şengalê: Peyman û komployên we dê ji niha şûn ve jî sernekevin!
Komploya 9’ê Cotmehê û ‘Peymana Şengalê’ li navenda Şengalê bi meşeke girseyî hat şermezarkirin. Di meşê de hat gotin ku dijmin dixwaze bi komployan wan tune bike lê êdî dijmin nikare wan û îradeya wan tune bike û wiha hate gotin: “Hêza we çi dibe bila bibe, hemû cîhan jî li pişt we be, wê nekare vê îradeya ku li Şengalê çêbûye tune bike û ji holê rabike. Berxwedana me ya dijî peyman û komployên 9’ê Cotmehê dê ji vêya şûn ve xurttir bimeşe.”
Bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) îro li Şengalê li dijî komploya navnetewî ya dijî Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û peymana 9’ê Cotmehê ya li dijî destkeftiyên civaka Êzidî meşeke girseyî pêk hat. Meş bi dirûşma ‘Komployên 9’ê Cotmehê kuştin, ferman û hilweşandin’ li ber Mekteba Zarîfe Osê (Mekteba Sor) dest pê kir û heta navenda Asayîşa Êzidxanê berdewam kir.
‘Keç û xortên Êzidî li dijî tifaqa qirêj li berxwe dan’
Di meşê de endamê Meclisa Xweser a Şengalê Heso Îbrahîm diyar kir ku dijmin bi komployan dixwaze wan tune bike lê êdî dijmin nikare wan û îradeya wan tune bike û wiha got: “Di 9’ê Cotmeha 1998’an de li dijî Serok Apo komployeke navneteweyî pêk anîn, di 9’ê Cotmeha 2019’an de dewleta tirk bi piştgiriyê hêzên navneteweyî êrîşê dagirkeriyê li dijî Girê Spî û Serêkaniyê pêk anî û di 9’ê Cotmeha 2020’î de jî bi tifaqa dewleta tirk, PDK û Iraqê ve li dijî serkeftiyên Şengalê peyman hat mohrkirin. Lê keç û xortên me li hemberî vê tifaqa qirêj li ber xwe dan û dijmin nedikarî li hember îradeya wan li ber xwe bide.
‘Eger îradeya me xurt be em ê tu carî têkneçin’
Ger em xwedî îradeyeke xurt bin em ê tu carî têk neçin û em ê tu carî careke din venegerin beriya fermanê. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên li Iraqê çareserî Rêveberiya Xweser e, rêveberiya demokrate.”
‘Bi komploya dijî Rêber Apo re êrişên li dijî Rojhilata Navîn destpê kir’
Riham Hico dazanîn xwestin bi rêya peymanê Êzidiyan vegerînin dema beriya 2014’an lê, ev hewldana vala ye û ev peyame da: “Em hemû peyman û komployan şermezar dikin. Çavkaniya van peymanan hemû yeke û çavkaniya xwe ji peymana Lozanê digire. Xwediyên vê dozê wê ti carî ne bi peymanan ne jî bi komployan tine nebin. Heman hêzên 1998’an Rêber Apo ji Sûriyeyê derxistin, heman hêzbûn peymana 9’ê Cotmehê li dijî Şengalê îmzekirin. Armanca peymana 2020’an tinekirina gelê Êzidî û berdewamkirina fermana 3’yê Tebaxê, ji holê rakirina îradeya gelê Êzidî bû. Armanca fermana 3’yê tebaxê valakirina Şengalê bû. Hêzên ku peyman îmzekirin heman hêzên ku DAIŞ’ê anîn ser Şengalê û fermanê rakirin bû. Yên rê ji DAIŞ’ê re vekirin û sponsoriya wê kirin, peymana 9’ê Cotmehê îmzekirin. Bi komploya 9’ê Cotmehê re ku Rêber Apo ji Rojhilata Navîn hate derxistin, hêzên navnetewî derbasê Rojhilata Navîn bûn. Iraq, Sûrî dagirkirin, êriş li ser gelê Kurdistanê û yek ji pêkhateya wê Êzidiyan kirin. Teqîna Sîba Şêx Xidir û Tilizêrê ji fermana 3’yê Tebaxê û peymana 9’ê Cotmehê ne qute.
‘Rêber Apo ji bo em azad bijîn li hember her cûre êşkenceyê li ber xwe dide’
Armanca vê peymanê ew bû Êzidiyan vegerînin rewşa beriya 2014’an. Dixwestin careke din gel bixin bin kontrola xwe û tiştê dixwazin bi wan bidin kirin. Me çawa fermana 3’yê Tebaxê û peymana 9’ê Cotmehê 10 sale vala derdixin, emê berxwedana xwe ya bi fikir û felsefeya Rêber Apo dewam bikin û li ser piyan jî bimînin. Rêber Apo 24 sale ji bo em azad bijîn û bikarin xwe rêxistin bikin û bibin yê xwe, li hember her cûre êşkence û tundiyê li berxwe dide. Sîstema qirkirinê ya li Îmraliyê li Rojava û Şengalê jî di meriyetê de ye. Xelkê Serêkaniyê û Girê Spî nikarin vegerin ser cih û warê xwe, Şengal her roj tê bombebarankirin ji bo aram nebe, rojane şerê taybet li ser keç û jinên Êzidî tê meşandin. Armanc qirkirina civaka Êzidî ye.
‘Berxwedan û têkoşînê wê bi xurtî dewam bike’
Wê berxwedan û têkoşîna me berdewam bike. Em bi koçberkirin, bombebaranê tine nabin. Sekin û berxwedana me wê her berdewam û xurt bibe. Ala berxwedanê û ya şehîdan wê her li ba be. Îro bihezaran kes hene amade ne di rêya ‘Tawisê Melek’ de ‘Ser bide sir nede’. Em ji vir dibêjin, peymanên we heya niha serneketine wê ji vêya şûn ve jî sernekeve. Hêza we çi dibe bila bibe, hemû cîhan jî li pişt we be, wê nekare îdareya me tine bike.”
Piştî axaftinan meş bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.