Encamnameya civîna mehane ya Desteya Rêveber a Şengalê eşkere bû
Desteya Rêveber a Şengalê civîna xwe ya mehane lidarxist û di civînê de ku rewşa herêmê, salvegera peyman û komploya 9’ê Cotmehê bi berfirehî hate nirxandin de komploya 9’ê Cotmehê ya dijî Rêber Apo hate şermezarkirin û ji bo hilweşandina peymana 9’ê Cotmehê ya dijî destkeftiyên civaka Êzidî jî bang li hikûmeta Sûdanî hate kirin.
Desteya Rêveber a Şengalê îro li navenda Şengalê bi beşdariya hemû endaman û nûnerên saziyan civîna xwe ya mehane lidarxist. Civîn bi deqîqeyek rêzgirtin ji şehîdên têkoşîna azadiyê, şehîdên Êzidxanê û meha Cotmehê destpêkir.
Di civînê de bûyer û geşedanên li Rojhilata Navîn, bandora wê li Iraqê û herêmê, sedemên wê û rêya çareseriyê bi berfirehî hate hate nirxandin.
Weke yek ji rojeveke din a sereke jî nirxandina sedemên komploya navnetewî ya dijî Rêber Abdullah Ocalan û peymana 9’ê Cotmehê bû. Di encamnameyê de komplo û peyman hatiye şermezarkirin û bang li Iraqê û bi taybet jî li Sûdanî têkirin, xwe ji peymana 9’ê Cotmehê bikişîne û ev peyman bi temamî were hilweşandin.
Her wiha di dewama daxuyaniyê de di vê rewşa aloz ya herêmê de û di demeke hewldanên ji bo bicîhanîna peymanê têkirin de li dora saziyên Rêveberiya Xweser kom bibin tê kirin.
Berfirehiya encamnameya civîna Desteya Rêveber wiha ye;
“Civîna me ji bo bîranîna şehîdên 74 fermanan, bi taybet jî şehîdên fermana 3.8.2014’an û tevahî şehidên şoreşa mirovahiye re bi rêzgirtinê destpêkiriye. Di civîna me de geşedanên dawî yên li Rojhilata Navîn, Iraq û Şengalê rû didin hatine destgirtin.
Weke tê zanîn, moderniteya kapitalist xitimandineke kûr dijî. Ger vê xitimandinê derbas neke dê were ber hilwêşine. Ji bo pêşî li hilweşîna xwe bigire nakokiyan di navbera gelan de derdixe. Dewlet-netewên ku nikarin xwe nû bikin û tevgeren li dora dewlet-netew kom bûne her yek ji wan bûne qadên şer û qirkirina mirovahiyê.
Şerê ku îro li Îsrail, Filîstîn, Lubnan, Sûriyê û Yemenê rû didin, di navbera hezên hegemonîk ên cîhanî ku dixwazin desthilatdariya xwe berdewam bikin û hêzên kevneperest û netew-dewlet ên herêmê de ye. Ev şer, şerê parvekirina desthilatdarî û berjewendiyan e. Ev şer ji pirsgirêkên gelên herêmê re çare nayine. Ya ku ev şer bi xwe re tîne qirqirin, malwêranî, talan, birçîbûn, belengazî û koçberiya gelan e.
Li hemberî vê rastiyê; rêya demokrasî û azadiya gelan Moderniteya Demokratik û netewa demokratîk e. Hêzen hegemon û deshilatdar ji bo rêya azadi û yekîtiya gelan bigrin; sazûmankar û Rêberê paradigmaya azadiyê kirin armanca êrîşên xwe. Em bi vê munasebetê, Komploya 9’ê Cotmeha 1998’an ku li hemberî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hatiye pêkanîn şermezar dikin. Ji bo çareseriyê; hemû mirovahiya bindest bi taybet jî gelê me yê Êzîdi divê bi lezgînî li ser esasê fikir û paradigmaya Rêber APO bibin yek.
Ev dema kû şerê desthilatdariye bi hemû dijwariya xwe li her deri belav e, Şengal bûye warê aramiyê. Bi rêveberiya xwe, xizmetguzariya xwe û parastina xwe mînaka azadî, demokrasî û pêkvejiyanê ye. Peymana 9 Cotmehê ya 2020’an, hewldan û tifaqa derblêdana li jiyana aram a Şengalê bû. Bi berxwedana gelên Ezîdi û Şengalê ev peymana rûreş neket jiyanê. Niha ji hewldanên dewleta Tirk, PDK û bi razîkirina hikûmeta Sûdani ya Iraqê, dixwazin Peymana 9’ê Cotmehê ya li dijî Şengalê zindî bikin. Be gûman ev hewldan jî dê bi tekoşina gelên Êzidî û Şengalê werin pûçkirin.
Hikûmeta dewleta Iraqê û Serokwezir Sûdanî jî divê demildest ji van peymanan xwe bikşînin. Dîsa li hemberî siyaseta kujer û qirej a dewleta tirk û PDK’ê, berjewendiyên tevahiya gelên Iraqe biparêze.
Gelê me yê Şengalê jî li derdora Rêveberiya Xweser û sazi û dezgehên wê bibin yek da ku xêrnexwaz nikaribin pîlanen xwe yen xirab ên li ser Şengalê pêk bînin.
Em jî weke Desteya Rêveberiya Xweser a Demokratik a Şengalê bi hemû derfet û hêzên xwe her dem di xizmeta gelê xwe de bin.”