TAJÊ civîna şeş mehan pêkanî

Îro ji sietên sibehê ve bi dehan jin ji çar aliyê Şengalê berê xwe dan Xanesorê. Bi boneya civîna 6 mehan ya TAJÊ kombûnek mezin pêkhat

Di civîna Tevgera Azadiya Jinên Êzidî de nirxandinên pêvajoya siyasî hatin kirin, peyam hatin xwendin, nirxandinên kar û xebat hatin kirin.

Hun niha beşek ji van nirxandinan guhdarî dikin. Di vê navbere de nameyek ji girtîgehên li Tirkiyê gihêştîbû destê dayîkên Şengalê.

Nameya bi sernivîsa ‘Nameya M. Nezir Gumus, bi dîroka 16’ê kanûna 2020’an ji dayikên Şengalê re’ hate xwendin û bu sedema hestiyariyek mezin. Name ji girtigeha Bandirma hatîbû şandin. Hûn destpêkê wê nameyê guhdarî dikin, piştre jî nirxandina çend dayikên beşdarbûne û nêrînên xwe parvekirine guhdarî dikin…

Show More
Back to top button