Erebên hawirde li Xurmatû hewla dagirkerina zeviyên Kurdan didin

Hejmarek erebên hawirde li gundê Tepesewz yê sînorê navçeya Xurmatû ketin nav zeviyên Kurdan û hewla dagirkirin û cotkarina zeviyan dan, lê ji aliyê xelkê gund ve hatin astengkirin.

Îro li gundê Tepesewz yê sînorê navçeya Xurmatû, hejmarek erebên hawirde ketin nav zeviyên Kurdan û hewla dagirkirin û cotkarina zeviyan dan, lê ji aliyê xelkê gund ve hatin astengkirin.

Li gor agahiyan erebên hawirde xwestine zeviyên Kurdan dagir bikin lê ji aliyê rûniştvanên gundê Tepesewz ve bertek hatiye nîşandan û nehiştine ereb zeviyên wan dagir bikin.

Piştî referandûma şikesxwarî ya Barzaniyan ku bû sedema ji sedî 51’ê xaka Başûrê Kurdistanê ji dest biçe û bûyerên 16’yê Cotmehê, li herêmên veqetandî (herêmên Kurdistanî yên ji derveyî sînorê Herêma Kurdistanê) erebên hawirde bi piştevaniya polîsên federal û artêşa Iraqê dest bi erebkirin û dagirkirina zeviyên cotkarên Kurd hatiye kirin.

Show More
Back to top button