RJAK’ê di salvegera şehadeta wê de Nagîhan Akarsel bibîr anî

RJAK’ê li Silêmaniyê di salvegera şehadeta wê de, nivîskar, akademisyen û rojnamevan Şehîd Nagîhan Akarsel bi merasîmekê bibîr anî û di merasîmê de peyama “Dibe ku Akarsel fizîkî ji me dûr ketibe lê bi fikir û ruhî tim di nav me de ye.”

Îro êvarê li nivîsîngeha Rêkxistina Jinên Azadiya Kurdistan (RJAK) ya bajarê Silêmaniyê bi beşdariya gelek çalakvan, azadîxwaz, welatparêz û hevrêyên wê, nivîskar, akademisyen û rojnamevan Şehîd Nagîhan Akarsel di salvegera şehadeta wê de hate bibîranîn.

Di merasîma bîranînê de Endama Akademiya Jineolojî Necîbe Qeredaxî bi rêya dîmen peyamek pêşkeş kir û bal kişand ser xebat, têkoşîn û jiyana Şehîd Nagîhan Akarsel ya di qada jineolojiyê de û got; “Hevrêyê me, rojnamevan, nivîskar, lêkolîner û têkoşer 2 sal berê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hate qetilkirin. Em li virîn lê ne ji bo bîranîna wê ji ber ku me tu carî ew ji bîr nekiriye û emê wê qet ji bîr nekin.”

Di beşeke din a bîranînê de encamên dadgehkirina kesên ku Nagîhan Akarsal qetil kirin ji aliyê endama RJAK’ê Ala Ebûbekir ve hatin pêşkêşkirin û tê de wiha hate gotin; “Lêgerîna me ya edaletê heta ku dewleta Tirk ji ber vî sûcê xwe neyê dadgehkirin, dê bidome. Em daxwaza xwe ya parastina jinan û mafên wan tînin ziman. Em tekezî li ser dadgehkirin û cezakirina kujerên Nagihan Akarsel û hemû berpirsên qetilkirinan dikin.”

Nûnera Kongreya Star a Başûrê Kurdistanê Roza Hesen jî di merasîma bîranînê de axivî û got; “Îro rojeke pîroze, hevrê Nagîhan weke jineke azadîxwaz pênaseya azadiyê dikir. Erka me ya herî girîng weke jinên her  çar parçeyên Kurdistanê parastina xebat û têkoşîna jinane ku Nagihan pêşengiya wê dikir. Nagihan Akarsel ji aliyê fizîkî ve ji nav me dûr ket, lê wekî fikir, di nav me de her dem zindî ye.”

Di dawiya bernameya bîranînê de, derbarê jiyan, xebat û têkoşîna Şehîd Nagîhan Akarsel de sînevîzyon hat nîşandan. Piştre pirtûka wê ya helbestan ‘Nîsan) bi beşdaran hate danasîn, çend helbestên wê hatin xwendin û çalakiya bîranînê bidawî bû.

Show More
Back to top button