Li Şengalê hefteya ciwankirina qûban û coşa Cimayî dewam dike

Li Şengalê vê hefteyê jî Qûbên Amadîn, Şebil Qasim, Şêx Hesen û Pîrê Ewra hatin ciwankirin û bi coş hatin pîrozkirin.

Li Şengalê ji meha Tebaxê ve werza ciwankirina (nûkirin) qûban ku cihên pîroz yên Êzidiyan e destpêkiriye. Her hefte rojên Pêncşem û Înê qûb tên ciwankirin, perî û hilêl bi merasîman tên siwarkirin.

Civaka Êzidî xêrên xwe yên salane li van qûban dibexşin, bawerî û hêviyên xwe yên ji bo jiyan û Êzdayetiyê nû dikin.

Vê hefteyê jî li Xanesor, Serdeşt, Borik û Qibletê Cimayiyên Amadîn, Şêx Hesen, Şebil Qasim û Pîrê Ewra bi coş hate pîrozkirin.

Peyamnêrê me Cimayiya Şebil Qasim, Amadîn û Şêx Hesen şopandin. Di merasîmên îsal de gelek koçberên îsal û di demeke nêzîk de vegeriyane Şengalê jî hebûn û bi coş tevlî gerandina şahiya cimayî bûn.

Cimayiyên Şengalê wê di vê mehê de dewam bikin û bi tevlîbûna ya Laleşê were bi dawîkirin.

Show More
Back to top button