Rûniştina doza Çapemeniya KCK’ê hate paşxistin

Danişîna doza “Çapemeniya KCK’ê” ku rojnamevan û xebatkarên medyayê jî di nav de bi giştî 46 kes tên darizandin, taloqî 23’yê Çileya 2025’ê hate kirin.

Rûniştina 32’yemîn a doza “Çapemeniya KCK’ê” ku rojnamevan û xebatkarên medyayê jî di nav de bi giştî 46 kes bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê”, “Rêveberiya rêxistinê” û “Propagandaya rêxistinê tên darizandin, li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hate lidarxistin. Kesên tên darizandin tevlî rûniştinê nebûn lê parêzerên wan amade bûn.

Parêzerê rojnamevan Yuksel Genç, got ku 25’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê derheqê miwekîla wê de dozeke nû vekiriye û ji ber ku naverok dişibin hev, xwest her du dosya bibin yek.

Dagehê jî biryar da ku ji bo lêkolînkirinê dosyaya doza Genç ji 25’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê were xwestin û xwe li benda înfazkirina biryara girtina rojnamevan Îsmet Kayhan bigirin. Dadgehê, rûniştina dozê taloqî 23’yê Çileya 2025’ê kir.

Show More
Back to top button