HPG’ê bîlançoya meha Îlonê eşkere kir
HPG’ê bîlançoya şer a meha Îlonê bi daxuyaniyekê ragihand û diyar kir ku yek jê payebilind 28 dagirker hatin cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya şer a meha Îlonê ragihand û eşkere kir ku yek jê payebilind, 28 leşkerên Tirk ên dagirker hatine cezakirin.
Daxuyaniya HPG’ê wihaye:
“Hevrêyên me Sara Tolhildan Goyî – Dilara Urper û Rûken Zelal – Emel Feremez Hisên ên ku 26’ê Îlona 2022’an li Mezîtlî ya Mersînê çalakiya fedaî kirin û pêşengên fedaî yên Apoyî hevrê Rojhat Zîlan – Ozkan Şahîn û Erdal Şahîn – Hasan Ogûz ên 1’ê Cotmeha 2023’an li paytexta Tirkiye Enqereyê çalakiya dîrokî kirin, di salvegera şehadeta wan de bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînin. Pêşengên me yên fedaî bi rengekî profesyonel û serketî çalakiya fedaî kirin û di pêvajoya herî giran de serdemeke nû dane destpêkirin. Bi bilindkirina fedaîtiya Apoyî re asta tevlîbûna li têkoşînê bilind kirin, pîvana têkoşîn û jiyana rast a li ser xeta Apoyî ji nû ve diyar kirin. Fedaiyên me mohra xwe li rabirdûyê xistin, ev dem bi rêvebirin û siberoja me diyar kirin. Em soza xwe dubare dikin ku rêbazê çalakiyê û jiyana Apoyî ya fedaiyên xwe her tim bişopînin û timî xwedî lê derkevin.
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku şopdarên xeta fedaîtiyê ne, di nava meha Îlonê de li dijî êrişên artêşa dagirker û dewleta Tirk a mêtinger qirker bi ruhê fedaî yê Apoyî li ber xwe dan. Li Bakurê Kurdistanê ji Mêrdînê heta Botanê, ji Amedê heta Dersîm û Garzanê artêşa dagirker operasyon û bombardûmanên bêhejmar kir. Di şerê li hemberî artêşa Tirk a dagirker de li Eyaleta Mêrdînê hevrêyên me Zerdeşt Sûrûç – Adem Ozkan û Rêbaz Bagok – Selman Dagdelen, li Eyaleta Amedê hevrêyên me Hebûn Pîro – Zirav Taş û Botan Osyan – Fehmî Başkûrt bi lehengî şer kirin û şehîd bûn. Di meha Îlonê de ku bombardûman û êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi teknîka şer zêde bûn, Herêmên Parastinê yên Medyayê 51 caran bi teqemeniyên qedexekirî, 8 caran bi droneyên bombebarkirî, 169 caran bi helîkopterên êrişê û 303 caran jî bi balafirên şer hatin bombekirin.
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li dijî van êrişên artêşa dagirker bi ruhê fedaî yê Apoyî û taktîkên gerîla yên profesyonel bersiv dan. Di nava meha Îlonê de gerîlayên me performanseke çalak nîşan dan, ji hewayî carekê, ji bejahî 111 caran; bi taktîkên cuda 112 caran çalakî kirin. Di encama van çalakiyan de Serdarê Peya Osman Ayan û 27 dagirker hatin cezakirin û 11 dagirker jî birîndar bûn.
Bîlançoya şer a meha Îlonê bi vî rengî ye:
Êrişên artêşa Tirk a dagirker
Êrişên bi balafirên şer: 303
Êrişên bi helîkopterên êrişê: 169
Êrişên bi teqemeniyên qedexekirî: 51
Êrişên bi droneyên bombebarkirî: 8
Hevrêyên me yên şehîd bûn
Hevrêyên me yên şehîd bûn: 4
Çalakiyên gerîla
Çalakiyên gerîla yên hewayî: 1
Çalakiyên gerîla yên bejahî: 111
Temamiya çalakiyên gerîla: 112
Kuştiyên dijmin
Hejmara dagirkerên hatin cezakirin: 27
Hejmara dagirkerên payebilind ên hatin cezakirin: 1
Hejmara dagirkerên birîndar bûn: 11
Amûrên hatin îmhakirin
Sîstema Radarê: 2
Cebilxane: 1
Bombeavêja bi zincîr: 1
Drone: 5
Kameraya mobesse: 4
Çeper: 3
Enerjiya Rojê: 1
Yên ku derb li wan hate xistin
Helîkopterên Êrişê: 2
Helîkopterên Skorsky: 1
Çeper: 3
Kepçe: 1
Yên ku hatin desteserkirin
Droneyên bombebarkirî: 1″