Ajansa me Rojnews’ê 10’emîn salvegera damezrandina xwe pîroz kir
Ajansa me ya nûçeyan Rojnews’ê 10’emîn salvegera damezrandina xwe pîroz kir. Di bernameya pîrozbahiyê de hemû şehîdên pênûs û Çapemeniya Azad bi rêzdarî hatin bibîranîn, banga lezgîn ji bo berdana Silêman Ehmed hate kirin û tekezî li domandina dirûşmeya ‘Derxistina Rastiyan Erka Me ye’ hate kirin.
10 sal beriya niha di 1’ê Cotmeha 2014’an de ajansa me ya nûçeyan Rojnews bi dirûşmeya ‘Derxistina Rastiyan Erka Me ye’ hat damezrandin. Di temenê 10 salan yê ajansa me de Rojnews’ê de di çarçoveya pêkanîna vê dirûşmeyê de xebat û xizmeta xwe ya ji bo derxistina heqîqetê didomîne. Her wisa di van deh salan de bi giyanê şehîdên pênûsê û Çapemeniya Azad xebatên xwe meşandine û ew di nav xwe de tim zindî hiştine.
Di çarçoveya pîrozkirina 10’emîn salvegera damezrandina ajansa me Rojnews’ê de beşek ji xebatkarên ajansê yên li navenda Rojnews’ê ya li bajarê Silêmaniyê çalakiyek ya pîrozbahiyê lidar xistin.
Di pîrozkirina salvegera damezarandina ajansa me de rojnamevanên şehîd Wedat Hisên, Agirî Bane û Şoriş Mistefa bi rêzdarî hatin bibîranîn û soza şopandina xebat û têkoşîna wan hate dayîn. Her wiha banga berdana rojnamevan û edîtorê beşa erebî yê ajansa me Rojnews’ê ku bi sûc ev 243 rojin ji aliyê PDK’ê ve hatiye girtin hate kirin.
Ajansa me Rojnews ji destpêka damezrandina xwe ve bi romalên xwe yên serbixwe û wêrek tê naskirin. Her wiha hemû dema xwe ji bo derxistina rastiyan, eşkerekirina sûcan, ji bo gihandina êş û azarên gelê Kurd û gelên bindest, belgekirina hemû cûre sûcên dagirkeriyê, her wiha binpêkirin ku ji aliyê dijmin û dagirkeran ve li ser gelê Kurd û dostên wê tê meşandin, veqetandiye.
Ajansa me Rojnews’ê di gihandina agahî û peyamên rastîn yên bûyeran, pirsgirêka Kurd, pirsgirêkên Rojhilata Navîn û navnetewî xwedî roleke sereke bû û ji niha û pê ve jî wê hîn xortir vê xebata xwe bidomîne. Her wisa çavê ajansa me her tim li ser hemû sûc û binpêkirinên li dijî rojnamevanan tên kirin bû.
Di merasîma pîrozkirina 10 saliya ajansa me Rojnews’ê de rêveberên ajansê tekezî bi wê yekê kirin ku Rojnews li ser bingehê parastina mafê azadiya ramanê, mafên mirovan, mafên rojnamevanan, derxistin û eşkerekirina rastiyan hatiye damezrandin. Her wisa ji aliyê rêveberên ajansa Rojnews’ê ve xebatên ajansê gelek giran û zehmet bûn, ji ber bi gelek zehmetî, zordarî, gefxwarin, zextên siyasî, astengkirin û pêşîlêgirtinê hatiye. Her wiha gotin ku gelek caran di dema romalkirina çalakî û bûyeran de gelek xebatkarên ajansê hatine astengkirin, hatine binçavkirin, girtin û jiyana xwe ji dest dane. Di vê çarçoveyê de soza şopandina têkoşîna wan û heta azadiyê bicihanîna xewn û armancên wan hate dayîn.
Di dawiya merasîma bîranînê de ajansa me Rojnews’ê pabendbûna xwe bi pîvanên sereke yên rast û heqîqetê, serbixweyiyê nû kir. Her wisa tekezî li wê yekê kirin ku Rojnews weke 10 salên xebatê yên ajansê wê ji niha û pê ve jî wê romalkirina hemû cûrên bûyerên germ, hevsengîbûna li gel pêşbîniyên li herêmê û domandina xebatên di bin dirûşmeya ‘Derxistina Rastiyan Erka Me ye’ hat kirin.