Bi mûşekan êrişî balafirxaneya Bexdayê hate kirin

Bi mûşekan êrişî baregehek Emerîka ya li nav Balafirxaneya Navneteweyî ya Bexdayê hate kirin.

Li gorî medya Iraqê duh bi şev bi mûşekan êrişî baregehek hêzên Emerîka ya li nav Balafirxaneya Navneteweyî ya li Bexdayê hatiye kirin.

Hate gotin ku mûşek ji aliyê sîstema parastinê ya hewayî ve hatine bê bandorkirin.

Li gorî agahiyên hêzên ewlekariyê li herêma Amiriye ya Bexdayê di wesayîtekê de kel û pelên berdana mûşekan dîtin.

Li gorî heman çavkaniyê demek kurt karên li balafirxaneyê hatin rawestin, piştre kar û barên balafirxaneyê bi awayek normal dewam kirine.

Show More
Back to top button