Li Şengalê sala nû ya xwendinê îro destpê dike
Îro li Şengalê ji aliyê Saziya Ziman û Perwerdeya Civaka Demokratîk a Êzidîxanê ve, deriyê dibistanan tê vekirin û sala nû ya xwendinê destpê dike.
Îro, 1’ê Cotmehê wê li 5 navendên sereke ku gel lê heye, dibistanên zimanê Kurmancî ji aliyê Saziya Ziman û Perwerdeya Civaka Demokratîk a Êzidîxanê ve werin vekirin.
Yek ji mamostayên saziya ziman Pîr Dawid têkildarî destpêkirina sala nû ya xwendinê ya li Şengalê ji ajansa me re axivî û destnîşan kir ku bi vegera gel a ser cih û warên xwe, ew hewl didin dibistanên nû li Tilezêr û Sîba Şêx Xidirê jî vekin.
Dawid da zanîn ku îro wê li Serdeşt, Geliyê Kersê, Xanesor, navenda Şengalê û Gundê Çelên deriyê dibistanan werin vekirin û got: “Ji dema fermanê ve weke saziya ziman û perwerdeyê me di bin konan de dest bi perwerdekirina zarokan kiriye û heya niha ruxmê hemû zehmetiyan jî me karê xwe yê perwerdeyê berdewam kiriye. Di dema fermanê de ti dibistan û mamosteyên Iraqê û Başûrê Kurditanê li vir neman, ji bo zarokên me bê perwerde nemînin ev dibistan hatine vekirin.”
‘Mafê perwerdeyê ya civaka Êzidî nayê dayîn’
Mamosta Pîr Dawid da diyarkirin di van dibistanan de ji refa yekem heta refa 4’emîn hemû ders bi zimanê dayîkê tên dayîn û derbarê bernameya perwerdehiyê de ev agahî dan: “Ji refa 4’an şûn ve jî dersên Erebî û Îngilîzî li ser bernameya perwerdeyê tê zêdekirin. Li dibistanan em perwerde didin zêdetirî 600 xwendekaran. Em weke gelê Êzidî mîna hemû kemîneyên din li gorî taybetmendiyên civakê mafê me heye em bi zimanê xwe zarokên xwe perwerde bikin. Li Iraqê Tirkmen û kemîneyên din, her wiha li Başûrê Kurdistanê ji bo Behdînan û herêmên Soran bi du şêwazên cûda maf hatiye dayîn ku perwerdeyê bibînin, lê li Şengalê heya niha dibistanên me nehatine qebûlkirin û Iraq fermiyetê nade me. Gelek caran hewildanên me çêbûne, ji Şengal heya Mûsil û Bexdayê serlêdan ji bo cihên peywendîdar hatiye kirin lê wan daxwaza me red kirine. Ji ber ku em dibînin zextên siyasî nahêlin ku dibistanên me werin fermîkirin û zarokên me bi zimanê dayikê bixwînin.”
‘Emê li Tilezêr û Sîba Şêx Xidir dibistanên nû vekin’
Di dawiyê de mamosteyê saziya ziman Pîr Dawid bi van gotinan rexne li nêzîkbûna dewleta Iraqê kir: “Dewlet saziya me fermî nake û ji bo ku zarok xwe ji me dûr bikin vê mijara nefermîkirinê weke şerê taybet li ser saziya me dide bikaranîn. Lê dîsa jî her ku diçe zarok berê xwe didin dibistanên me û hejmara şagirtan zêde dibe. Bi taybet bi vegera xelkê re daxwaz tê kirin ku em dibistanên xwe li nava gel û li cihên veger lê heye vekin. Li ser vî esasî niha amadekarî têne kirin ku li Tilezêr û Sîba Şêx Xidirê dibistanên me bêne vekirin. Ji ber ku yek ji cihên herî zêde xelk lê vegeriyane ev derin.”