Rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn wê bi merasîmekê bên bîranîn
Li Silêmaniyê wê sibe rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn di 40 rojiya şehadeta xwe de bi merasîmekê werin bîranîn.
Dewleta Tirk di 23’yê Tebaxê de li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê bi balafira bêmirov û biçek wesayîta ku rojnamevanên çapemeniya azad tê de bûn hate bombebarankirin. Di encama êrişa hovane de rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn şehîd bûn.
Li gorî agahiyan sibe wê sibe rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn di çil rojiya şehadeta xwe de, bi merasîmekê werin bîranîn.
Merasîm sibe saet 14:30’an li ofîsa Kompanyaya Çetir ya li Silêmaniyê bê lidarxistin.