Xidir Mistefa bi telefirêkê diçe nava baxê xwe
Li bajaroka Helşo ya girêdayî Qeladizê, welatiyê bi navê Xidir Mistefa ku 30 salin karê çandinî û mêşvaniyê dike, ji ber rêya çûnûhatina baxê wî zehmete û pirek ya derbasbûnê nîne, çareserî di çêkirina telefirîkekê de dîtiye. Xidir dibêje ku piştî wî telefirîk çêkirî û şûnde karê wî gelek asan bûye.
Dema mirov serdana bajaroka Helşo dike, ji bilî ciwaniya xwezaya wê, telefirîkek a di nava yek ji baxan de di ser av û nava daran re derbas dibe jî bala mirov dikêşe ser xwe. Ev telefirîk jî ji aliyê Xidirê mêşvan ve ji bo çûnûhatina nava baxên xwe çêkiriye.
Xidir Mistefa bi Xidirê Mêşvan tê naskirin, Temenê wî 60 sale, 30 salin li bajaroka Helşo ya ser bi Qeladizê bi karê çandinî û mêşvaniyê ve mijule. Xidir Mistefa îsal ji bo asankirina karê xwe telefirîkek çêkiriye.
Bajaroka Helşo ji bijî xwezaya xwe ya ciwan, bi gelek berhemên xwe yên çandiniyê jî navdare. Xidir Mistefa jî xwediyê yek ji baxên mezin ên bajaroke. Ji ber baxê wî ji cadeya sereke ya bajarok dûre û robarek mezin yê avê dikeve navbera baxê wî û rêya sereke de, her wiha ji ber pir li ser avê nîne, Xidir Mistefa telefirîke ji asin, sîm û têlan pêk tê çêkiriye. Dirêjiya telefirîkê 60 metreye û dikare nêzî 100 kîlo hilgire.
Xidir Mistefa diyarkir ku nêzî 30 salin li Helşo ne û vî baxî çêkirine. Xidir got: “Li nava baxê min de hêjîr, hinar, û gelek berhemên din hene. Ji bilî çandiniyê jî mêşên hingiv xwedî dikim. Zivistanê rêya me ya hatûçonê nîne û gelek xirabe. Lê min îsal vê amêrê çêkiriye, rojane ez dar, gûz, hêjîr, hinar, hingvên û pêdawîstiyên din pê vediguhêzim, ji bo min gelek başe. Her wiha di zivistanê de jî dema rê nebe emê bi vê telefirîkê hatûçonê bikin.”
Di dewamê de Xidir Mistefa diyarkir ku ger mirov bixwazin dikarin bi xerciyek kêm tiştek ku karê wan gelek asan dike, çêke û ji zehmetiyan rizgar bibe. Xidir got: “Vê telefirîkê karê min gelek hêsan kiriye, derbaskirina kelûpel û berheman bi rêya mil, sindoq û kîsan ez gelek westandime.”
Xidir Mistefa ji cotyarên din ên rêya wan a hatûçonê zehmete re jî pêşniyara çêkirina telefirîkê dike û dibêje; “Cotyarên ku rêya wan durin, dikarin sûd ji van amêran bibînin û asankariyê ji xwere bikin.”
Di dawiyê de jî Xidir Mistefa got: “Hêvîdarim hikûmet alîkariya cotyaran bike û piştgiriyê bide wan. Ger hikûmet alîkariya min bike dikarim karên baştir û projeyên cûdatir çêkim.”