Meclîsa Gel a Zorava piştgirî da PADÊ: Emê nehêlin partiya me rawestînin

Meclîsa Gel a Zarova tevî endamên saziyan bi armanca piştgiriyê serdana navenda PADÊ ya Sinûnê kirin û diyar kirin, ewê rê nedin ti kes partiya wan rawestîne.

Serdanên piştgiriyê yên li dijî girtina PADÊ, dewam dikin. Îro jî Meclîsa Gel a Zorava û endamên saziyan serdaneke piştgiriyê kirin.

Meclîsa Gel a Zorava ji aliyê endam û rêveberiya PADÊ ve hate pêşwazîkirin. Endamê Mekteba Siyasî ya PADÊ Şivan Emerî xêrhatin kir û got: “Partiya me li Iraqê gelek karên mezin kir, diviyabû spasiya wê hatiba kirin. Em vê biryara Iraqê derbarê partiya me de daye, di cih de nabînin. Bi hatina we ya vir û piştgiriya we gelek kêfxweş bûn, hun serçavan hatin.”

Endamê Meclîsa Gel a Zorava Heyder Îbrahîm ku serdana PADÊ kir, ji ajansa me re axivî. Heyder Îbrahîm diyar kir biryar di encama tifaqa navbera Barzaniyan, Sudanî û dewleta Tirk de hatiye girtin û wiha axivî: “Em biryara girtina partiya xwe qebûl nakin, divê gelê me li dijî rabe. Emê rê nedin partiya me were rawestandin.”

 

Hêjayî bibîrxistinê ye Encûmena Dadweriya Bilind a Hilbijartinên Iraqê 6’ê Tebaxa 2024’an li ser daxwaza dewleta Tirk û PDK’ê biryara girtina PADÊ, Tevgera Azadî û Eniya Tekoşîna Demokrasiyê dabû. PADÊ biryarê îtîraz kir, lê îtîraza PADÊ jî bêyku bênirxandin hate redkirin.

Civaka Êzidî girtina partiya xwe qebûl nakin û bi çalakiyên cûrbecûr nerazîbûn nîşan didin.

Show More
Back to top button