Meclîsa Gel a Şengalê serdana PADÊ kir: Em biryarê qebûl nakin
Sazî û rêxistinên navenda Şengalê bi pêşengiya Meclîsa Gel a Şengalê serdana navenda PADÊ ya li bajarê Şengalê kirin û piştgiriya xwe bi vê peyamê ragihandin: “PADÊ ji ber mafê Êzidiyan diparast ji aliyê Iraqê ve hate qedexekirin û girtin. Em vêya qebûl nakin. Em ê weke gel xwedî li partiya xwe derbikevin.”
Li dijî biryara girtin û qedexekirina PADÊ ji aliyê Iraqê ve, piştgiriya gel û saziyên Şengalê ya ji bo PADÊ dewam dike. Di vê çarçoveyê de Meclîsên Gel, saziyên ser bi Rêveberiya Xweser û xelkê herêmê rojane serdana navenda Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan dikin.
Îro li navenda Şengalê Meclîsa Gel a Şengalê, tevî nûnerên sazî û rêxistinên Şengalê û TAJÊ serdana navenda partiyê ya Şengalê kir.
PADÊ: Em vê biryara Iraqê qebûl nakin
Şandeya gel û saziyên Rêveberiya Xweser a Şengalê bi germî ji aliyê endam û rêveberiya PADÊ ve hatin pêşwazîkirin.
Di serdanê de li ser navê PADÊ Hadî Mehlo xêrhatina gel û saziyên Rêveberiya Xweser û Tevgera jin kir û wiha axivî: “Her timî hatiye dîtin, yên di dîrokê de li berxwedane hatine xelatkirin û qîmet ji wan re hatiye dayîn. Me weke civaka Êzidî li hember DAIŞ’ê li berxwe da û şer kir. Lê Iraq doz li van pêşengên me yên li berxwedane vedike, partiya me digire qedexe dike. Em weke PADÊ vêya qet qebûl nakin.’
Meclîsa Gel a Şengalê: Em ê xwedî li partiya xwe derbikevin
Li ser navê şandeya ku serdana PADÊ kir jî Endamê Meclîsa Gel a Şengalê Xêro Qasim Hisên axivî û got: ‘Em weke sazî û dezgehên Şengalê li hev kom bûn û serdana PADÊ kir. PADÊ parastina mafê Êzidiyan dike. Iraq vê partiya me ya parastina mafan dike, girt! Lê ev mafê me yê rewa ye û emê xwedî li vê mafê xwe yê rewa derbikevin. Partiya me di encama peymanekî de hate girtin. Em bang li Iraqê dikin, vê biryarê betal bike û partiya me xebatên xwe bimeşîne.”
‘Emê xwedî li mafê xwe derbikevin’
Endamê PADÊ Dawid Hebabî jî di serdanê de îşaret bi rola dewleta Tirk û PDK’ê ya di girtina PADÊ de kir û got: “Erdogan, Sûdanî û Barzanî partiya me girtin. Partiya me bi xwîna şehîdan ava bûye û partiya gele. Em vê biryarê qebûl nakin. Emê di her aliyekî de xwedî li mafên xwe derbikevin û gelê xwe biparêzin.”
Çi bibû?
Encûmena Dadweriya Bilind a Hilbijartinên Iraqê 6’ê Tebaxa 2024’an li ser daxwaza dewleta Tirk û PDK’ê biryara girtina PADÊ, Tevgera Azadî û Eniya Tekoşîna Demokrasiyê da.
Tevî ku parêzerê PADÊ îtîraza biryarê kir jî, lê îtîraza PADÊ bêyku bê nirxandin û nerazîbûnên gel werin berçav girtin, yekser ji aliyê dadger ve hate redkirin. Piştî biryarê gelê Şengalê û saziyên rêveberiya xweser bênavber serdana navendên PADÊ dikin û dijbertiya xwe ya biryarê radigihînin.
Heya niha hewldaneke ji bo daxistina navendên PADÊ neketiye rojevê, lê di rewşeke muhtemel a destwerdanê de gel bi biryare navendên PADÊ biparêzin û destûr nedin navend werin girtin.