Li Şengalê xwendina pirtûk û perspektîfên Rêber Ocalan destpê kir
Li Şengalê bi armanca naskirin û belavkirina fikir û felseyeya Rêber Apo, heftiya xwendina pirtûk û perspektîfên Rêber Apo ya bi dirûşmeya, ‘Rêber Apo li Şengalê ye’ destpêkir. Piştî xwendinan endamên saziyan nîqaş meşandin û gotin: “Rêber Apo di nava çar dîwaran de jî bi me difikire û me anî wê astê em xwe di ber civaka xwede berpirsyar bibînin.”
Di çarçoveya pêngava, ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji Şengalê re Xweserî’ li Şengalê careke din xwendinên pirtûk û perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan destpêkir.
Sazî û rêxistinên girêdayî Rêveberiya Xweser a Şengalê vê carê jî bi dirûşmeya, ‘Rêber Apo li Şengalê ye’ dest bi xwendina pirtûkên Rêber Apo kirin.
Xwendin wê hefteyekî dewam bike, her car li meclîseke gel ji bo hemû sazî û gel werin xwendin. Bi taybet wê perspektîfên derbarê Êzidiyan de werin xwendin.
Endamên meclis, sazî û rêxistinên Serdeşt, Sinûnê û Xanesorê li Meclîsa gel a Xanesorê kombûn û peyamên Rêber Ocalan guhdar kirin. Piştî xwendin qediya gel li ser fikir û perspektîfên Rêber Ocalan nîqaşkirin.
‘Rêber Apo me anî asta ku em xwe di ber civaka xwede berpirsyar bibînin’
Endamê Rêveberiya Şaredariya Gel a Serdeştê Ziyad Qewal diyar kir ew dikarin bi nimûneyeke herî biçûk jî ferqa navbera Rêber Apo û yên din de bikin û got: “Cihê ku niha em lê ne, berê jî dibin navê xizmeta gel de hatibû vekirin, lê bi ti awayî xizmetê ji gel re nekir. Hêzên berê li vir bûn dest di daynîn ser navendên xizmetê yên gel û ji bo xwe bikar di anîn. Lê niha em perspektîfên Rêber Apo li vir dixwînin û liv ir kom dibin. Di nava 10 salan de guhertinên mezin di mijara siyasî, civakî û leşkerî de çêbûye. Rêber Apo me anî wê astê ku em xwe di ber civaka xwe de berpirsyar bibînin.”
‘Di nava çar dîwaran de jî bi me difikire’
Endama TAJÊ’ê Mehran Xidir jî dazanîn ew hêzeke mezin ji fikrên Rêber Apo digirin û ji Êzidiyan jî xwest hêz jê bigire û wiha axivî: “Rêber Apo di nava çar dîwaran de jî bi me difikire. Ji bo civaka me bi xwe xwe rêve bibe kar kir. Pêwîste her kesekî Êzidî hêz ji nirxandinê Rêbertî bigire. Pêwîste em weke gelê Şengalê li dora fikrê Rêber Apo kom bibin û bi gel jî bidin naskirin. Rêber Apo tirsê di me de şikandiye. Divê em êdî ji ti tiştekî netirsin û xwedî li Rêbertiya xwe derbikevin.”
‘Rêber Apo ji aliyê hêzên dijî demokrasiyê ve hate dîl girtin’
Endamê Meclîsa Gel a Xanesorê Milhim Îbrahîm ku tevlî xwendinê bû, ji ajansa me re axivî û diyarkir Rêber Ocalan ji bo hemû gelan têkoşiyaye û niha ji bo wê di nava çar dîwaran de ye. Milhim Îbrahîm got: “Pêwîst gel jî ji bo azadiya Rêber Apo têbikoşin û bikevin tevgerê. Rêber Apo ji bo aşitî li cîhanê pêk were têkoşiya û hemû temenê xwe da wê. Lewma Rêber Apo ji aliyê dijberên demokrasiyê ve hate dîl girtin.”
‘Fikrê pêkvejiyanê pêşdixe’
Milhim Îbrahîm daxuyakirin li kuderê fikrê Rêber Apo geş dibe, li wir mirovahî û pêkvejiyan pêşdikeve û xwest xelkê Şengalê ji bo belavkirina fikrên Rêber Apo xebatê bimeşîne.