Ciwanên Êzidî û Ereb: Emê tekoşîna xwe ya ji bo azadiya Rêber Apo mezintir bikin
Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê û Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meşeke dirêj a bi meşale lidarxistin û ev peyam dan: “Di salvegera pêngava azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de weke ciwanên Êzidxanê emê tekoşîna xwe mezintir bikin.”
Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê û Jinên Ciwan ên Şengalê bi dirûşmeya Rêber Ocalan a ‘Eger Parastin nebe azadî jî nabe’ li bajaroka Sinûnê ya Şengalê meşeke meşaleyî ya dirêj lidarxistin. Meşa ciwanan a di çarçoveya pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî ji Şengalê re xweserî’ de bi beşdariya ciwanên Ereb, endamên sazî û rêxistinên Şengalê pêk hat.
Meşê ji çerxerêya Mam Zekî a li Sinûnê destpêkir. Ciwan heya seytereya Asayîşa Êzîdxanê ya Şehîd Gênco meşiyan. Ciwanan li vir meşaleyên xwe pêxistin û meş heya Baxçeyê Serok Apo ya li Geliyê Kersê berdewam kir. Piştî meşa dirêj a bi 7 kîlometreyan ciwanan daxuyanî dan.
‘Ciwanên Êzidxanê li hemberî tecrîdê bêdeng namînin’
Daxuyanî ji aliyê Endama Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê Avesta Êzdî ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de bal hat kişandina ser dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan a 26 salan û ev peyam dan: “26 sal in Rêber Apo bi awayekî ne qanûnî û ji derveyî yasayên mirovahiyê li Zindana Îmraliyê girtî ye. Her wiha zêdetirî ji 40 meha ye tecrîdekî mutleq li ser Rêbertî tê meşandin. Ti agahî ji Rêbertî nayê girtin û hemû danûstandinên Rêbertî bi malbat û parêzerên wî re qut kirine. Em weke tevgera ciwanên Êzidxanê li hemberî vê tecrîda li ser Rêberê me emê bêdeng nebin. Ji bo Rêber Apo fizîkî azad bibe heya dawiyê emê di nava tekoşînê de bin û hesabê ji faşîzma Tirk bixwazin.”
Di daxuyaniyê de Komploya Navnetewî ya 9’ê Cotmeha sala 1998’an jî hate şermezarkirin û wiha hate gotin: “Pêngava azadiya fîzîkî ya Rêber Apo sala xwe tije dike, weke ciwanên Êzidxanê emê tekoşîna xwe ya ji bo azadiya Rêbertî mezintir bikin heya ku em azadiyê bidest dixin.”
Meş bi dirûşmeyên ‘Bê Serok jiyan nabe’ bidawî bû.