Şêwirmendê Sûdanî tevî şandeyek serdana Desteya Eşayîrî ya Şengalê kir

Şêwirmendê Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî Dr. Heyder El-Sedî, li gel Fermandarê Odeya Operasyonên Nînowayê ya Heşdî Şebî û çend rayedarên din ên Iraqê serdana Desteya Eşayîrî ya Rêveberiya Xweser a Şengalê kir. Di hevdîtinê de ji nûve avakirina Şengalê, rewşa koçberên vedigerin û çend mijarên din ên girêdayî Şengalê hatin guftûgokirin.

 

Şandeyek ji Iraqê dibin serokatiya Şêwirmendê Serokwezîrê Iraqê Dr. Heyder El-Sedî de serdana Şengalê kir û bi Desteya Eşayîrî ya Rêveberiya Xweser a Şengalê re hevdîtin pêkanî.

Di şandeya Iraqê de li gel Dr. Heyder El-Sedî Fermandarê Odeya Operasyonên Nînowayê ya Heşdî Şebî, Rêveberê Desteya Eşayîrî ya Iraqê û Qeymeqamê Telefarê jî hebûn

Şandeya Iraqê ji aliyê Cîgirê Hevserokên Desteya Rêveber a Şengalê Dexîl Îbrahîm (Qîranî), Mîr Nayîf Dawid Selman û endamê Desteya Eşayîrî ya Şengalê Dexîl Mirad ve hate pêşwazîkirin. Di hevdîtinê de gelek endamên Desteya Eşayîrî ya Şengalê jî amade bûn.

Hevdîtina duh di saetên êvarê de pêkhat, li navenda Desteya Eşayîrî ya Şengalê ku li navenda bajarê Şengalê ye pêkhat.

Li gorî agahiyên ku Rêveberiya Xweser a Şengalê parve kiriye, şande ji bo guhdarîkirina daxwazên Êzidiyan serdana Desteya Eşayîrî kiriye û çend mijarên girîng ên girêdayî Şengalê guftûgo kirine.

Di hevdîtinê de mijarên wekî vegera koçberên Êzidî ji kampên Başûrê Kurdistanê, rewşa koçberên vedigerin û alîkariya pêwîst a ji bo wan divê were dayîn, ji nûve avakirina Şengalê û hwd hatine destgirtin.

Cîgirê Hevserokên Desteya Rêveber a Şengalê Dexîl Îbrahîm diyar kir, wan li ser navê Rêveberiya Xweser a Şengalê daxwazkiriye Tilizêr bikeve ser îdareya (hikûmî) ya Şengalê, alîkarî ji koçberên vedigerin re were dayîn û ji bo dîlên di destê DAIŞ’ê de jî kar û xebat bimeşîn.

Show More
Back to top button