‘Divê Êzidî dest bidin hev û partiya xwe biparêzin’
Endamên sazî û dezgehên Dîgurê ku ji bo piştgiriyê serdana navenda PADÊ ya li Sinûnê kirin ragihandin ku ew biryara girtina PADÊ bi ti awayî qebûl nakin û ev peyam dan: “PADÊ ne tenê ji bo yek kesî ye, ji bo Ezdayetiyê ye. Divê Êzidî dest bidin hev û partiya xwe biparêzin.”
Piştî biryara girtina Partiya Azadî û Demokrasî ya Êzidyan (PADÊ), nerazîbûn û çalakiyên xelkê Şengalê ya li dijî vê biryarê berdewam dike. Endamên meclîsa gel û meclîsa jin û endamên tevgera ciwanên Ezidxanê yên Digûrê, ji bo piştgiriyê serdana navenda PADÊ ya Sinunê kirin. Endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser diyar kirin ku ew biryara girtina PADÊ nas nakin û ji bo paşvekişandina vê biryarê ewê têkoşîna xwe berdewam bikin.
Endama Meclîsa Digûrê Nazê Elyas diyar kir ku ew biryara girtina PADÊ qebûl nakin û wiha axivî: “Weke xelkê Şengalê em biryara girtina PADÊ şermezar dikin, PADÊ partiyek siyasî ye û bi xwîna şehîdan hat avakirin. Em ji vê biryarê nerazî ne. Em jî weke Meclîsa Digurê li dijî vê biryarê derbikevin, çi bikeve ser milê me emê bikin. PADÊ ne bi hêsanî hat avakirin, ji hingî ve ji bo gelên Şengalê kar dike. Biryara girtina PADÊ neheqî ye. Dema Qasim Keşko bi ser ket jî, me zanî neheqî li partiya me dikin.”
‘PADÊ ne ji bo kesekî ye ji bo Ezdatiyê ye’
Nazê Elyas bang li civaka Êzidî kir ku li beramberî biryara girtinê bêdeng nemînin û got: “Divê her kes li dijî vê biryarê rabe. Divê her yek ji bo mafê me rabe. Hebûna partiyeke siyasî ya Êzidiyan girîng e, ji ber vê divê Êzidî vê biryarê qebûl nekin û bêdeng nemînin. PADÊ ne tenê ji bo yek kesî ye, ji bo Ezdayetiyê ye. Her dewlet bi partiyên xwe nûnertiya xwe dikin, ji ber vê yekê ye dixwazin dengê partiya siyasî ya Êzidiyan qut bikin.”
‘Divê hemû Êzidî xwedî li partiya xwe derkevin’
Endamê Tevgera Ciwanên Ezidxanê Eyad Hisên jî hêrsa ciwanan ya li dijî biryara girtina PADÊ de bi van gotinan anî ser ziman: “Em wek ciwanên Ezidxanê biryara girtina PADÊ qebûl nakin. Hêza me ya leşkerî heye lê bêyî siyaset jî karên dîtir nameşe. Divê civaka me xwedî li partiya xwe derbikeve. Eger îro bikaribin partiya me ya siyasî bigirin, wê sibê sazî û dezgehên din jî bigirin. Ji bo wê jî divê em îro dest bidin hev û partiya xwe ya siyasî biparêzin. Divê hemû Êzidî xwedî li partiya xwe derbikevin û berê xwe nedin partiyên din.”
‘Heqê Êzidiyan heye ku xwe birêve bibin’
Endama Meclîsa Jin ya Digûrê Semira Simoqî jî anî ziman ku ew dixwazin biryara girtina PADÊ were betalkirin û wiha axivî: “Di dema herî zehmet de PADÊ hat avakirin, eger kêmaniyek hebe mirov dikare sererast bike. Lê ti kêmaniyek PADÊ nîne. PADÊ bi xwîna şehîdan hat avakirin, cihê PADÊ diyare. Êzidî jî heqê xwe hene ku xwe bixwe birêve bibin, vê yekê jî dibin sîwana PADÊ de dibin ala Iraqê de dikin. Ji ber vê yekê em biryara girtina PADÊ bi ti awayî qebûl nakin.”
Hevserokê Meclîsa Digûrê Hemo Elî jî diyar kir ku Êzidî biryara girtina PADÊ qebûl nakin û got: “Bi saya PADÊ Êzidî heta îro li ser lingan disekinin. Çi ji me bê xwestin ji bo ev biryar were paşvekişandin em amadene vê pêk bînin.”